Dewleta Tirk herêmên dagirkirî kirine cihên ewle yên çeteyan

Geşedanên ku rojane li Sûriyê rû didin, nîşan didin ku herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûne cihên vejandina çeteyên DAIŞ'ê.

Dewleta Tirk herêmên dagirkirî kirine cihên ewle yên çeteyan
27 cotmeh, 2021   06:53
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kiribû û wiha gotibû: "Balafireke bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî serçeteyê Meclisa Şêwirê ya çeteyên DAIŞ’ê Sebahî El-Îbrahîm El-Museleh (Ebû Hemze El-Şihêl) bi bombebaraneke hewayî li cihê wî yê li gundê Edwaniye yê Serêkaniyê yê dagirkirî kuşt."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî ji ajansa me re daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku herêma Serêkaniyê dagir kir, bi dehan malbatên çeteyên DAIŞ’ê li bajêr bi cih kirin. Elî got: "Dagirkeriya Tirk bi rêya polîtîkayên tirkkirinê û bicihkirina malbatên DAIŞ’ê li şûna şêniyên resen guhartineke demografîk li herêmên me çêkir, her wiha herêm kir navendên xurtkirina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê lojîstîk de."

Beriya demekê ajansa me, dezgehên herêmî û yên cîhanî raporên li ser hebûn çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî eşkere li herêmên Sûriyê yên ji hêla artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, belav kirin. Wan çeteyan li gel çerxerêya El-Qetene (Mîtan) alên xwe hildan û dirûşmên xwe berz kirin.

Elî da zanîn ku balafira bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî di vê dawiyê de serçeteyekî DAIŞ’ê li gundê Edwaniyê yê girêdayî Serêkaniyê hedef girt. Ew gund jî nêzî sînorê Tirkiyê ye, ev jî nîşan dide ku dagirkeriya Tirk piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dike û herêmên wê cihên hewandina DAIŞ’ê ne.

Elî wiha domand: "Tevahî nîşane eşkere dikin ku DAIŞ li Serêkaniyê heye û divê Koalîsyona Navneteweyî li ser vê yekê tev bigere û wan li herêmê têk bibe û tevgerên wan çeteyan li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hedef bigirin. "

Elî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî têk bibin û dagirkeriyê derxin da ku ew vegerin war û herêmên xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kiribû ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 27’ê Kanûna 2020’an piştî Serêkaniyê dagir kir, nasname ji iraqiyan re li herêmê derxistin. Ev yek jî nîşan dide ku herêmên dagirkirî tên guhartin û bûne baregehên çeteyên DAIŞ’ê.

Beriya dagirkirina Serêkaniyê, ajansa me bi malbata El-Lanî ya iraqî re ku tenê ew malbat li Serêkaniyê bû hevdîtin çêkiribû, wê malbatê got beriya dagirkirinê tu malbatên iraqî li bajêr tune bûn.

Li ser vê yekê penaberekî Iraqê bi navê Ebûd Mizel Cebir (25) ji ajansa me re wiha got: "Malbatên DAIŞ’ê yên niha li Serêkaniyê ne, ew ji kampên Holê û Eyn Îsa û kampên li hundirê Tirkiyê hatine. Beriya dagirkirinê ji bilî me tu iraqî li bajêr tune bûn."

Malbata El-Lanî ya ku niha li Kampa Waşûkanî ye, ji parêzgeha Bîsan a Iraqê ye. Ji 1990’î ve, di encama nakokiyên li Iraqê piştî êrişên Iraqê li dijî Kiwêtê de, malbata El-Lanî berê xwe dabû Sûriyê û li Serêkaniyê bi cih bûbû. Ew malbat tevî 6 ferdên malbatê li bajêr bi cih bûbû.

Ebûd Mizel Cebir di dawiyê de got armanca dagirkeriya Tirk temamkirina projeyên xwe yên dagirkeriyê di çarçoveya guhartina demografiya herêmê û bicihkirina malbatên çeteyan de ye.

(fr)

ANHA