Senatorên Amerîkî ji Biden re: Em ji firotina F-16 ji Tirkiyê re bi fikar in

Endamên Senatoya Amerîkayê yên ji partiyên Demokratîk û Komarparêz ji rêveberiya serok Joe Biden xwestin ku balafirên şer ên F-16 nefiroşin Tirkiyê.

Senatorên Amerîkî ji Biden re: Em ji firotina F-16 ji Tirkiyê re bi fikar in
27 cotmeh, 2021   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN

11 endamên Senatoya Amerîkayê ji Biden û wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken re di derbarê ragihandinên vê dawîyê yên ku dibêjin Tirkîyê dibe 40 balafirên şer yên F-16 yên Lockheed Martin (LMT.N) û her wiha bo balafirên xwe yên şer 80 kelûpelên nûjenkirinê bikire de, name nivîsandine.

Senatorên Amerîkî di nameyê de têkildarî mijarê “metisiyên xwe yên kûr” nîşan da.

Di nameyê de tê gotin "Piştî daxuyaniya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya meha Îlonê ya ku gotibû Tirkiyê dê pirtir mûşekên S-400 yên sîstema berevaniyê ji Rûsyayê bikire; em nikarin bi şandina firokên Amerîkî ji hevalbendeke peymanê ya ku weke dijmin tevdigere, ewlehiya xwe ya neteweyî bixin xeteriyê.”

Name vedigere 25'ê Cotmehê û roja Sêşemê ji hêla Reuters ve hatiye bi destxistin.

Tirkiyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derbarê gelek dosyayên li herêmê de û di serî de rewşa Sûriyê û doza mafên mirovan li hundirê Tirkiyê, bi nakok in.

Tê payîn ku piştî civîna G20, serokê Amerîkayê Joe Biden û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Romayê bicivin.

(cx)