HRE: Em rêhevalê xwe Şoreş Andok bi rêzdarî bibîr tînin

HRE`yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevrêyê wan Şoreş Andok 25`ê Cotmehê di encama qezayekê de şehîd bûye.

HRE: Em rêhevalê xwe Şoreş Andok bi rêzdarî bibîr tînin
27 cotmeh, 2021   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

”Li hember dagirkerî û qirkirina ku li ser welatê me û gele me tê meşandin, têkoşîna me bi hemû zor û zehmetiya xwe berdewam dike. Di nav vê têkoşînê de her şehadetek, li hember dijmin hêrseke mezin ava dike. Şehadetên ku bêwext çêdibin di hestên me de xemginiyek kûr ava dike. Rêhevalê me Şoreş Andok roja 25ê Cotmehê, di encama qezayê de gihiştibû asta şehadetê.

Rêheval Şoreş jî heta kêliya dawî erkên xwe bi berpirsiyariyeke mezin bi cîh anîn û her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Em di şexsê rêheval Şoreş de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

(cx)