Rizgar Qasim: Li hemberî êrişên muhtemel divê Ereb û Kurd hevgirtina xwe xurt bikin
Reportaj Summay
Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim anî ziman ku li hemberî her êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker divê Kurd û Ereb hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.
Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim di hevpeyvîna li gel ANHA'yê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla nirxand. Di heman çarçoveyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hemberî êrişên muhtemel amade bin.
Hevpeyvîn wiha ye:
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike, li gorî we armanca van êrişan çi ye?
Helbet ev êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê ji dehan salan ve ji aliyê dagirkeriya Tirk ve têne kirina. Armanc jê hebûna Kurdan li her derê hedef digire. Dewleta Tirk îdia dike ku li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê şer dike, lê di rastiyê de armanca wê ku ji vê zêdetir e, ew e ku destkeftiyên gelê Kurd li wir tune bike.
Dewleta Tirk dijminê herî mezin ê gelê Kurd e û li ser bingeha Mîsaqa Millî li Başûrê Kurdistanê ji Kerkûkê heta Mûsilê daxwazên xwe venaşêre. Ê ku li dijî referandûmê derket û destekê dide tirkmenan li Başûrê Kurdistanê, di têkbirina deskeftiyên kurdan de li kuderê dibe bila bibe, dudilî nabe.
Berpirsên Tirk eşkere dibêjin ku îtirafê bi Başûrê Kurdistanê nakin, Başûrê Kurdistanê di destûra Iraq a federal de hatiye naskirin. Lê faşîzma Tirk bi navê xwe yê dagirkirî ji dewletên din ên dagirker cûda ye, Tirkiyê dewleteke dagirker e, dewlemendî û çandan dike hedef û guhertina demokratîk pêk tîne.
Li gel van hemûyan, dewlet Tirk hemû xebat û siyaseta xwe ji bo reşkirina Kurdan di raya giştî de bi kar tîne, ev yek di fîlmên ku diweşîne de diyar dibe. Bi van siyasetan hewl dide bide xuaykirina ku Kurd li her deverê terorîst in. Mînaka vê yekê fîlmê tirkî yê li ser tirkmaniya Kerkûkê û çawaniya reşkirina rastiyan ji bo berjewendiyên xwe . Ji vê divê berpirs û rayderên Başûrê Kurdistanê vê rastiyê fam bikin.
Ne mumikine ku dagirekriya Tirk bi vê hişmendiyê bibe dost, êriş û şerên wê yên li ser herêmê di serî de destkeftiyên gelê me yê li wir dikin hedef.
5 gerîlayên HPG'ê di kemîneke PDK'ê de şehîd bûn, hûn rola niha PDK'ê çawa dinirxînin û bandora wê li doza Kurd û destkeftiyên Kurdan çi ye?
Dîrokê îsbat kir ku tirkan di siyasetên xwe yên dagirkirinê yên li dijî kurdan û gûrkirina şerê birakujiyê de rêgeza 'parçe bike û bi rêve bibe' bi kar anî û heya astekê bi ser ket.
Faşîzma Tirk her tim xwestiye ku partiyeke Kurd bikire û li dijî partiyên ku ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê têdikoşin, bide şerkirin. Şoreşên Kurd li Bakurê Kurdistanê ji Agrî û şoreşa Şêx Seîd û Seyîd Riza bigire heta şoreşa PKK'ê ku împratorya faşîzma Tirk hejand. Tirkiye ji destpêka derketina wê ve di sala 1984'an û heta îro bi hemû hêza xwe hewl dide partiyên kurdî li dijî xwe seferber bike û di dawiyê de Tirkiye li ku be û li her parçeyekê kurdan û destkeftiyên wan dike armanc. Ji ber vê yekê divê Partiya Demokrat a Kurdistanê û hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê bi siyaseta Tirkiyê ya ku wan jî dike armanc nexapin û rêzê li pîroziya gerîlayên ku di rûbirûbûna DAIŞ’ê de ji parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê qet dudilî nebûne, bigirin. Divê hemû partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji plan û lîstokên Tirkan haydar bin.
Ji bingehê ku şerê birakujiyê heram e, ne ji berxwedana lehengî ya gerîla li gel birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û fedekariyên ku dane bûye, dibe ku encam ji bo berjewendiyên DAIŞ û hikumeta Erdogan bûye ku heya niha herêma Kurdistanê nas nake. Ji ber vê yekê li ser siyasetmdarên herêmê û fermandarên wê ferz e ku têkiliyên kurdistanî bi PKK û parçeyên din re xurt bikin, li şûna ku hevkariyê dewletên mêtîngeriyên Kurdistanê di serî de Tirkiyê bikin, stratejiyeke kurdistanî bi rêya lidarxistina kongreyeke neteweyî deynin ku karibe nakokiyên di navbera hemû aliyan de bi dawî bike.
Di dawiyê de, şehadeta her gerîlayekî bi destê birayê xwe bi hemû pîvanan cihê şermezariyê ye. Ya ku li herêma Xelîfanê qewimî tenê xizmeta dijminên Kurdan dike.
Di rojên dawî de rayedarên Tirk gefên êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Hûn van gefan çawa dixwînin?
Hikumeta AKP'ê çi li hundir û çi li derve di qonaxên xwe yên herî xirab re derbas dibe. Bi dîtina min siyaseta bazariyê ya ku bi Rûsye û Amerîka re danî ye gihaştiye qonaxên xwe yên dawî. Ji ber ku mijara Sûriyê ji bo çareseriyê ketiye rêyek nû, gefên dewleta Tirk îro berdewamiya zîhniyeta wê ku bi şer û wêrankirinê ji xwe re esas girtine ye ji dema ku ew ji Asyaya Navîn wekî dagirker hatine. Îro Erdogan di nava tevliheviyekê de ye. Bi dîtina min ne Rûsye û ne jî Amerîka rê nadin Erdogan ku dest bi êrişeke nû bike, lê tevî wê yekê jî divê em hovîtiye siyaseta wan a li ser hebûna Kurdan li ber çavan bigirin.
Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji gelê Kurd û Kurdistanê çi tê xwestin, wê çawa karibin bersiva êriên Tirkiyê bidin?
Di dîrokê de ji destpêka dagirkeriya Osmanî ve, Tirk bi planên xwe yên dagirkeriyê, bêyî cudabûn hemû gelên herêmê hedef digirin. Osmanî 400 salî welatên ereban hikum kirin. Bi nêrîna min divê Ereb, çi li Sûriyê be an welatên din be dersan ji xirabiya ku osmaniyan li pey xwe hiştine, bigirin. Îro jî ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi taybet û Ereb bi giştî tê xwestin ku li hemberî her êrişekê bibin yek û ji bo berxwedanê hevgirtina xwe xurt bikin, herêmên ku Tirkiyê dagir kirine rizgar bikin û Rêveberiiya Xweser biparêzin.
(dx)
ANHA