​​​​​​​‛Ji bo pêşxistina yekitiyê jinên Kurd û Ereb di hemû qadan de çalak in ’‏

Reportaj Summay

​​​​​​​‛Ji bo pêşxistina yekitiyê jinên Kurd û Ereb di hemû qadan de çalak in ’‏
2 hezîran 2022   00:51

Nûnera Kongra Star û cîgira seroka Weqfa Newroz a Çandî û Civakî li LubnanêHenan Osman da zanîn ku jinê rolek sereke di pêşketina civakên kevin û nûjen de lîstû îsbat kir ku dikare guhertinên erênî pêk bîne, aşitiyê geş bike û nakokiyan red bike.

Henan Osman têkildarî çalakiyên Kongreya Diyaloga Lubnanî-Kurdî ku yekşema borî li paytexta Lubnanê Beyrûtê li dar ketiye, axivî. Kongre bi diruşma " Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve" hate lidarxistin, tê de doza azadiya jinê hate nîqaşkirin.

Di kongreyê de gelek biryar hatin dayîn, ji wan jî; piştgiriya doza azadiya jinê were kirin, wekheviya wê di hemû qadan de were xurtkirin, tevahî cureyên tundiyê werin redkirin, girîngiya rola jinê were teqezkirin û cihê xwe di hemû qadan de bi awayekî aktîf bigire.

Hevpeyvîn wiha ye:

Rola jinan di nêzîkkirina nêrînên gel û civakan de ya sereke ye, di vê demê de gelo çawa jin dikarin yekitiya kurdî-erebî xurt bikin?

Jinê rolek sereke di pêşketina civakên kevin û nûjen de lîst û îsbat kir ku dikare guhertinaên erênî pêk bîne, aşitiyê geş bike û nakokiyan red bike. Hebûna wê ya balkêş di tevahîqadên jiyanê de û îsrara wê ku şîdetê red dike û istîqrarê xurt dike, delîl e ku ewhêmaneke sereke ye ne tenê di pêvajoya guhertina civakê de, lê belê di pêkanînayekitiya gelên herêmê de.

Îro ji her demê zêdetir bi awayekî berbiçav em rola ku jinên Kurd û Ereb di xurtkirinayekitiya herêmê de lîstiye dibînin. Jinên Kurd û Ereb ên ku li dijî  DAIŞ'ê  şer kirin, niha di hemû qadên civakî û çandî de bi awayekî çalak li ber xwe didin da ku yekitiyê bi pêş bixin. Her wiha hemû konferans, semîner û maseyên diyalogê ku ji aliyê jinan ve tên lidarxistin, armanc dike ku valahiya di navbera her du gelan de kêm bibe û zimanê diyalog û gotûbêjan li ser hemû mijarên berbiçav xurt bibe.‏ ‏

Jin ji aliyê cewherî ve di aliyên çandî û fikrî de hev du qebûl dikin. Ev yek jî hevgirtina yekitiya di navbera gelan de hêsan dike, rewşa jixwebiyanîbûnê ji holê radike û li koka xwe ya dîrokî, çandî û şaristanî vedigere.

Digel zehmetiyên ku Rojhilata Navîn ji destwerdanên dervayî dibîne, çi girîngiya diyaloga Kurdî_ Erebî heye?

Em dikarin bibêjin ku lidarxistina Kongreya Diyaloga Kurdî-Erebî di vê qonaxa hestiyar de, bi taybet li Beyrûtê, gaveke dîrokî ye. Em li Lubnanê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin. Rewşeke parçebûn û pergendebûna civaka lubnanî heye.

Dema rewşa giştî ya li hermê tevî nakokiyên wê analîz dikin û çawa ku dewletên mezin bi armanca destkeftî û hebûnên gel kontrol bikin, gelên herêmê parçe bikin, ku dewlemendiyên gelan desteser bikin û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên herêmê berfireh bikin, me ev yek bi rêya kongreya xwe eşkere kirin. Me siyasetên mêtingeriyê û herêmê bi taybet siyasetên dewleta Tirk ên bi armanca pêkanîna Osmaniya Nû eşkere kirin. Her wiha hate teqezkirin ku êrişa li ser Kurdistanê destpêka êrişa li ser herêmê bi tevahî ye.

Hûn çawa têkiliyên Kurdî_Erebî dinirxînin, her wiha hêmana sereke di navbera her du gelan de çi ye? Û divê forma têkiliyê çawa be?

Girîngiya têkiliya kurdî_Erebî ne tenê têkildarî berjewendiyên wê yên siyasî ye, lê belê girîngiya wê ya jeosiyasî, çandî  civakî û mirovahî heye. Her wiha armanca vê kongreyê ew e ku diyaloga avaker di navbera pêkhateyên Lubnanê yên cuda de pêk bîne.

Weke keşîşê almanî Martin Lothar gotiye " 50 salî diyalog, ji seateke şer çêtir e" ji ber ku di encama şer de gelek azar û bandorên civakî yên mezin çêdibin.

Ereb-Kurd ji aliyê hêzên derve ve hedegirtî ne, da ku gelan ji hev bi dûr bixin, tiştên hevbeş ên di navbera wan de lawaz bikin. Îsbatkirina çanda qebûlkirin û naskirina hemû nasnameyên herêmê ji girîngtirîn bendên diyaloga kongreyê bûn. Ev yek jî bêyê pêkanîna modelka nenavendîbûnê di rêveberiyan de û dûrketina ji siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê pêk nayê.

Ji bo yekitiya Kurdî _Erebî pêk bê, divê xwe bispêrin projeyê neteweya demokratîk ê ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Her wiha divê nirxên çandî û civakî yên hevpar navbera her du gelan ú gelê herêmê de bi pêş bixin û biparêzin. Her wiha divê her du alî mafên li ser edalet, wekhevî û hemwelatiya wekhev itîraf bikin.

(dm)

ANHA