Emîne Osê: Em pişta xwe didin gel û hêzên xwe yên leşkerî

Reportaj Summay

Emîne Osê: Em pişta xwe didin gel û hêzên xwe yên leşkerî
26 cotmeh 2021   23:38

Emîne Osê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hember êrişên dewleta Tirk xwe dispêre berxwedana pêkhateyên herêmê û hêzên wê yên leşkerî. Emîne Osê bang li hemû çînan kir bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin da ku bersiva çi êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin.

Têkildarî vê yekê ajansa me hevpeyvînek bi Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê re çêkir. Emîne Osê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êriş û planên dagirkeriya Tirk berxwedanê xurt bikin, di heman demê de jî bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe li hember herêmê pêk bînin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Careke din Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, piştî wê jî balafireke bêmirovî ya dewleta Tirk du erebe li bajarê Kobanê bombebaran kirin. Hûn van gef û êrişan çawa dinirxînin?

Daxuyaniya Erdogan a di 11`ê Cotmehê de ne normal bû. Piştî gefan erebeyeke sivîl û Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Kobanê hatin hedefgirtin. Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan bi tundî şermezar dikin.

Daxuyaniya dewleta Tirk nîşaneya vê yekê dike ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên girêdayî agirbestê, biryara dawî ya DYA’yê li ser dirêjkirina dema rewşa awarte û daxuyaniya Rûsyayê ya têkildarî parastina xaka Sûriyê ji çi êrişên dewleta Tirk bin pê dike û paşguh dike.

Êrişên dawî yên dewleta Tirk ne cara yekemîn têne kirin. Ev êriş roj bi roj zêdetir dibin. Erdogan dixwaze sûdê ji tevliheviya li Sûriyê bigire, her wiha dixwaze ji tunebûna çareseriyeke navneteweyî li ser krîza Sûriyê jî sûdê werbigire.

Ji aliyekî din ve dewleta Tirk azara aloziya hundirîn dikişîne. Erdogan hewl dide beriya hilbijartinên serokatiyê li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyan qezenc bike. Pêwîstiya Erdogan bi vê destkeftiyan heye ku aloziya hundirê Tirkiyê derbas bike û derxe derve.

Di vê demê de çi ji gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha civaka navneteweyî û hêzên li herêmê tê xwestin?

Tişta ku di vê pêvajoya heyî de ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin rastiyan bibînin û hişyar bin. Ji ber ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal têne kirin ji êrişên bejahî yên berê cûdatir in. Êrişên dawî bi awayekî mezin aramî û ewlehiya herêmê û di asta yekemîn de piskolojiya welatiyan dikin hedef.

Tişta ku niha ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku yekitiya xwe xurt bikin û li hember çi êrişên li ser herêmê bisekinin.

Her wiha divê civaka navneteweyî jî bi awayekî giştî û hêzên navneteweyî ku çi Rûsya, Koalisyona Navneteweyî be li gorî peymanên bi dewleta Tirk re tev bigerin, êrişên dewleta Tirk bisekinînin û derbarê sûcên ku li dijî sivîlan pêk tîne de hesab jê bixwazin.

Dewleta Tirk sûdê aloziyên di navbera hêzên navneteweyî de digire û her carê êrişan li dijî herêmekê pêk tîne. Di nêrîna we de niha çi qewimiye ku Erdogan gefên nû dixwe?

Dewleta Tirk û hikumeta AKP`ê ya bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan û hişmendiya heyî her tim sûdê ji tevliheviyê li her deverê digire da ku armancên xwe pêk bîne.

Niha tevlihevî li dewletan ereban heye nexasim piştî xwepêşandanên li Sûriyê li dar ketine. Dewleta Tirk hewl dide cihê wê di van dewletan de hebe yan jî bandora wê li siyaseta van dewletan hebe. Destwerdana wê ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi awayekî zêde û di hemû aliyan de zêdetir bûye. Bi hemû derfeta xwe û bi rêya hin dewletan xwest komîteya danûstandinên destûrê bixe bin serweriya xwe û destê xwe danî ser platformên ku ji bo Sûriyê hatin lidarxistin da ku nexşekirina siyasetên Sûriyê yên pêşerojê de ew xwedî biryar be.

Dewleta Tirk bi siyaset, gerên û peymanên xwe hewl da her tim çareseriya siyasî li Sûriyê têk bibe. Derfet neda gelê Sûriyê ku bighêjin encamekê û roleke neyênî di aliyên siyasî û leşkerî de li dijî gelê Sûriyê, lîst.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk hewl da hin siyasetên xwe bi rêya komên terorîst weke DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra derbas bike. Xwest ku ajindeyên xwe bi rêya van koman pêk bîne. Piştî ku ev yek hate eşkerekirin û maska wê ji ser rûyê wê kete erdê, dewleta Tirk bi xwe dest bi vî şerî kir.

Çavnebariya dewleta Tirk heye û hewl dide herêmên din ên xaka Sûriyê dagir bike. Di sala 2018`an de Efrîn dagir kir, paşê Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin. Heger derfetê bibîne dê rûbera dagirkiriya xwe berfireh bike.

Hûn çawa nîqaşên ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DYA û Rûsyayê de hatin kirin û daxuyaniyên hikumeta Şamê li dijî dewleta Tirk, dinirxînin?

Her tim însiyatîfên çareserkirina aloziya Sûriyê li gel Rêveberiya Xweser hene. Armanca wê êşa gelê Sûriyê bi projeya demokratîk an jî projeya sûrî-sûrî bi dawî bike. Lê hikumeta Şamê her tim bi hişmendiyeke hişk û israra wê ya vegera li demên berê, bersiva van însiyatîfan dida. Li kêleka însiyatîfên hundirîn, Rêveberiya Xweser bi rêya nûnerên xwe û dayîreyên têkiliyan, her wiha bi rêya nûnerên xwe yên li dewletên Ewropa û derdor hewl da ku nêrîna xwe bigihîne cîhanê. Gerên dawî li Mosckow û Washingtonê ji bo vê yekê bûn.

Ji destpêka Rêveberiya Xweser hatiye avakirin ve em xwe naspêrin hêzên derve çi Rûsya yan jî çi Koalisyona Navneteweyî be nexasim piştî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê di dawiya 2019`an de. Her çiqasî helwesta wan a çapemenî erênî be jî, lê em xwe dispêrin gel û hêza xwe ya leşkerî. Em rewabûna xwe ji gel û hêza xwe ya leşkerî QSD`ê digirin da ku bersiva êrişan bidin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê jiyana hevbeş a li gorî rêgezên neteweya demokratîk û biratiya gelan ve, li cîhanê bûne nimûne. Çi bandora gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn hene?

Heger em xwe bi hêzên niha li Sûriyê hene re hevrû bikin, çi muxalif an jî hikumeta li ser beşek ji Sûriyê kontrol dike bin, wê demê Rêveberiya Xweser li gorî projeya xwe û tevî hemû aloziyên ku Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tê re derbas bûne ji êriş û dorpêçê, ew ya herî guncaw û serkeftî ye.

Tevî hin kêmasiyên heyî û dibe ku piranî di encama rewşên derve de bin ku bandorê li rewşa hundirîn ji dorpêç û êrişan dike, Rêveberiya Xweser karî ewlehî û aramî pêk bianiya. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku ev proje nimûne ye û dikare li tevahî Sûriyê esas bê girtin û ji bo vê yekê jî divê bersiva êrişên dewleta Tirk bidin.

Divê gelê me bi hemû beşên xwe helwesteke xurt li hember êrişên dewleta Tirk nîşan bidin û bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin da ku bersiva çi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin.

(bx)

ANHA