'Em hemû deyndarên wê ne'

Reportaj Summay

 'Em hemû deyndarên wê ne'
8 cotmeh 2021   04:11

Yekemîn gerînendeya weşana giştî ya jin a Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz ku ji bo rojnamevanên jin ên Kurd model bû, ji aliyê rewşenbîrên Tirkiyê ve tê bibîranîn. Parêzer Eren Keskîn têkildarî Gurbetellî Ersoz got “Em hemû deyndarên wê ne.”

Di wan salan de ku rojnameya Ozgur Gundem zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan derdixist manşetên xwe û her roj nûçegihan, edîtor, nivîskar û belavkarên wê dihatin girtin û qetilkirin û girtin, parêzer Eren Keskîn li dadgehan parastina yekemîn gerînendeya giştî ya jin a rojnameyê Gurbetellî Ersoz dikir.

Têkiliya aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Eren Keskîn a bi Gurbetellî re vedigere salên 1990'î. Piştî salan Eren Keskîn bû yekemîn hevgerînendeya weşana giştî ya rojnameya Gurbetellî. Eren Keskîn ku bi xwe jî şopdara kevneşopeke xurt e, hevaleke Gurbetellî ye.

Em bi Eren Keskîn re li ser hevaltiya wan û rêwîtiya xwe ya hevgerînendetiya weşana giştî ya Ozgur Gundemê axivîn ku di sala 2016'an de ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate girtin.

We çawa hev nas kir?

Min di Ozgur Gundemê de Gurbetellî nas kir. Destpêka salên 1990’î bû. Ji bo Kurdan gaveke gelekî girîng hatibû avêtin. Rojnameyeke ku bi taybetî binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê vedibêje, dest bi kar dikir. Gurbetellî jineke pir cuda bû, miroveke pir xurt bû û pir têkildar bû, bi her kesî re eleqedar dibû, bi her kesî re têkiliyeke xwe ya wekhev hebû. Mesela, miroveke xwedî nirxên nerm bû, tevî ku ji beşeke radîkal a siyasetê dihat û bala xwe dida nêrînên her kesî. Ji kêliya ku min ew dît, min pir jê hez kir.

Dema ku we cara pêşîn hev nas kir, bandoreke çawa li kir?

Wê demê bi taybetî li Kurdistanê binpêkirinên mafan ên pir giran hebûn. Di nava gel de hevgirtineke xurt hebû. Jinên tev li karên bi vî rengî dibûn, bêhtir pêbawer bûn. Wek jin berpirsyara rojnameyekê bû û ev yek hem sedema şanaziyê hem jî pêbaweriyê bû. Wek şexs jî miroveke ewledar bû. Dema min cara ewilî ew dît, min ev yek hîs kir.

We bi hev re tu xebat kirin?

Karê me yê hevpar rojname bû. Ez wê demê parêzereke rojnameyê bûm. Ferda Çetîn û çend hevalên me yên din hebûn.  Herî zêde Ferda û Gurbetellî tên bîra min. Wê demê li gel zextan jî, di navbera me de hevgirtineke zêde hebû. JI bo wê demê tu şerên desthilatdariyê, nerazîbûn, xeyidîn nayên bîra min. Hevgirtineke rasteqîn hebû. Me hemûyan hewl dida em bi wî ruhê hevgirtinê karê xwe bikin. Ew roj wiha tên bîra min.

Piştî ku Gurbetellî bû rêvebera rojnameyê guhertineke çawa çêbû?

Rojnameyê nêrîna jinan nîşan da. Wê demê Ozgur Gundemê bi girseyeke berfireh re têkiliyên xwe hebûn. Wan di Ozgur Gundemê de dest bi nivîsandinê kir ku tu kesî hêvî nedikir. Di wê serdemê de hembêzkirineke mezin çêkir. Hêvî afirand. Bi ya min Gurbetellî di vê mijarê de bi roleke girîng rabû. Li gorî min, kesayeta wê ya eleqedar, bi awayekî giştî bandoreke xwe hebû. Dema rojname piştre hat bombekirin, rewşenbîr û hunermendan hevgirtineke mezin nîşan da. Bandora kesayeta Gurbetellî li ser vê yekê zêde bû.

Yekemîn gerînendeya weşana giştî ya jin bû. Vê yekê di rojnameyê de kevneşopeke çawa afirand?

Bi saya tevgera Kurd jinan di rêveberiyên cuda de cih girt, bûn hevserok. Mînak; Gurbetellî wê demê yekemîn gerînendeya weşana giştî ya jin bû. Ev tene jî gelekî girîng e. Medya di bin bandora mêran û zimanê nêrza de bû. Ji ber vê yekê, dema ew bû gerînendeya weşana giştî hem ji bo tevgera jinan xwedî bandor bû, him jî bawerî da jinan. Lewma jî pir girîng bû.

We mîrateyek ji Gurbetellî girt. Piştî gelek salan tu bû yekemîn hevgerînendeya weşana giştî ya rojnameyê. Ew pêvajo çawa bû?

Ya rast, ez di rojnameyê de çalak nebûm. Ez ne rojnamevan im. Di wê demê de ji ber zextên zêde rojname tim dihat girtin û rojnameyê her tim bi navên nû dest bi weşanê dikir. Piştî salan, cara pêşî sala 2013'an bi navê Ozgur Gundem hate weşandin. Teklîfeke wiha ji min re hebû; "Em dikarin navê we bixin cihê gerînedeya giştî ya weşanê?" Min ev her tim got. Dema min peywir girt, min her tim wek deynekî li Gurbetellî, Mûsa Anter, Huseyîn Denîz û wek rojnamevaneke jin di serî de wek deynê Gurbetellî hesiband û min ev peywir qebûl kir. Tevî ku ez ne çalak bûm jî, wek gerînende hatim dîtin û doz li me hatin vekirin. Ez ji vê jî qet poşman nebûm. Ev pêvajoyeke wisa bû ku min di jiyana xwe de her tim bi serbilindî bi bîr anî.

Gurbetellî şopeke çawa di têkoşîna azadiya jinan a li Tirkiyê de hişt?

Gurbetellî di qada çapemeniyê de rê li ber rojnamevanên jin vekir, ku zimanê mêran lê serdest bû û wek qadeke serdestiya mêran bû. Di nav tevgera jinan de nemaze di warê rojnameya jinan de roleke mezin lîst. Gelek jinên Kurd ew wek model qebûl kir. Wekî wê dest bi rojnamevaniyê kirin. Bandoreke wê ya wiha hebû. Bi taybetî jî di warê rojnamevaniya jinan de yek ji damezirîner û pêşeng bû.

We bi hev re wêneyek kişandiye ku pir tê naskirin. Dikarî çîroka wî wêneyî vebêjî?

Di wî wêneyî da çîrokek heye ku belkî tu kes pê nizane. Birayekî Guretelli hebû ku beşa tibê dixwend. Biryar dabû biçe nava gerîla. Gurbetellî xwest ew bibe bijîşk. Dixwest bi xwendinê xizmetê ji gelê Kurd û tevgera Kurd re bike. Ji min ra qala wî kir. Wê rojê di rojnameyê de kokteylek hebû. Bawer im salvegera damezirandinê bû. Wê got "Em ê paşê bi hev re rûnin? Tu bi birayê min re biaxive.” Piştî ku em ji rojnameyê derketin, em çûn li restorantekê rûniştin. Ez bi birayê wê re axivîm. Ciwabekî pir delal û çeleng bû. Pir baş tê bîra min. Ew di beşa tibê de xwendekarê refa yekan bû û xwendekarekî pir serkeftî bû. Mîna Gurbetê min jî jê re got "Her kes nikare bibe bijîşk. Tu dikarî di qada tenduristiyê de jî xizmetê bikî". Wî got "Ez nikarim bisekinim." Ez wî tu carî ji bîr nakim. Bi rê de hatin kuştin. Dema ku min bîranînên Gurbet xwendin, min fêm kir bandora herî mezin a li ser jiyana wê bû. Ji ber ku piştî birayê wê, jiyana xwe wekî ku ji birayê xwe re terxan kiribû. Wateya wî wêneyî ji bo min ev e.

Herî dawî te Gurbetellî kengî û çawa dît?

Nayê bîra min ku min cara dawî ew kengî dît. Ji nişka ve winda bû. Careke din tu kesî ew nedît. Bîranînên wê ji bo min her tim zindî ne.

Bîranînên we yên hevpar hene ku qet ji bîr nabin?

Ew roja ku em û birayê wê rûniştin, bîranînek e ku nikarim ji bîr bikim. Ji aliyekî ve hewl dida wî ji bo xwendinê îqna bike, li aliyê din jî hurmeta wê ya ji bo birayê xwe. Wê nizanîbû çi bike, ji min re ev got. Ev bîranîn qet ji bîra min naçe.

Di salvegera şahedeta wê de dixwazî bi kîjan gotinan Gurbetellî bi bîr bînî?

Bi ya min gelê Kurd, têkoşîna azadiya Kurd deyndarê jinên Kurd e. Ji ber ku ne tenê têkoşîneke neteweyî ye. Di heman demê de têkoşîna li dijî serdestiya mêran e. Ji ber ku tevgerek e ku jinan azad dike. Bandora wê di vê yekê de pir mezin bû. Ji ber vê yekê ez dibêjim em hemû deyndarên wê ne.

ANHA