Bi hatina Octobera Pembeyî re.. Bangên ji bo xweparastina ji penceşêra pêsîrê

Bi hatina Cotmeha re, ji rêveberên Navenda Keşifkirina Pêşwext a Penceşêra Pêsîrê ya li Qamişlo Fatima Ebdullah bang li jinan kir ku bi awayekî rêk û pêk rewşa xwe kontrol bikin da ku nexweşî negihêje asteke xeter û Pêşwext were dermankirin.

Bi hatina Octobera Pembeyî re.. Bangên ji bo xweparastina ji penceşêra pêsîrê
19 cotmeh, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

“Octobera Pembeyî” anku meha hişyariya ji nexweşiya penceşêra pêsîrê, di Cotmeha 2006`an de însiyatîfeke cîhanî dest pê kir. Di vê rojê de ji bo hişyarkirina jin û keçan ji xeteriya vê nexweşiya penceşêra pêsîrê û ji bo destekdayîna li dijî vê nexweşiyê ku di nava jinên cîhanê de zêde belav bûye, li çar hêlên cîhanê helek malper rengê pembeyî weke dirûşme berz dikin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê Ya Cîhanê, zêdetirî 2.2 milyon pêketî hatin belgekirin ji wan  685 hezar kes di sala 2020`an de jiyana xwe ji dest da.

Bi vê hejmara mezin re û zêdebûna belavbûnê vê nexweşiyê êdî girîng e ku jin ji xeteriya vê nexweşiyê werin hişyarkirin da ku pê nekevin û di dema wê de tesbît bikin da ku Pêşwext derman bikin.

RÊJEYA BELAVBÛNA VÊ NEXWEŞIYÊ LI HERÊMÊ ÇIQAS E?

Têkildarî rêjeya belavbûna penceşêra pêsîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endama rêveberiya Navenda Keşifkirina Pêşwext ya Penceşêra Pêsîrê ya li bajarê Qamişlo Fatima Ebdullah got, “Penceşêra pêsîrê cureya herî zêde ya penceşêrê ye ku di nava jinan de belav dibe. Ji sedî 30 jinên sûrî di her salê de pê dikevin, nîşaneyên wê cuda ne ji wan girêk di pêsîra wan de yan jî di bin çengê wan de derdikeve, reng û şeklê pêsîrê tê guhertin, her wiha sere pêsîrê rast dibe yan jî mîna çermê pirteqalê dibe.”

HERÎ ZÊDE KÎJAN JIN BI XETERIYA VÊ NEXWEŞIYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN?

/ar/uploads/files/2021/10/19/062335_img_4379.webp

Nexweşiya penceşêra pêsîrê ne nexweşiyeke vegirtî ye, her wiha tu vîrusên naskirî yên girêdayî pêşketina vê nexweşiyê tine ne.

Fatima destnîşan kir ku jinên ku zêdetir bi vê nexweşiyê dikevin, ew in yên ku berê endamên malbatên wan bi vê nexweşiyê ketine. Her wiha diyar kir ku dibe ev nexweşî wîraset be, lê ev sedemeke ne teqûz e.

Li gorî Fatima, zêdetirî jinên bi vê nexweşiyê dikevin ên ku rastî lêzerê tên, dermanê hirûmanan demên dirêj dibin, yan jî yên ku berê tumorên nebaş bi wan re çêbûne, her wiha yên dereng dizewicin û piştî temenê 30 saliyê zarokan tînin, dibe ku bi vê nexweşiyê bikevin.

PÊNGAVA XETERIYÊ

Fatima diyar kir ku nexweşe dikeve pêngava xeteriyê de dema ku dighêje pêngava 5`emîn ji ber nexweşiya penceşêra pêsîrê di 5 pêngavan re derbas dibe, dema ku tê tesbîtkirin di wê pêngavê de belav nabe û dibe ku were kontrolkirin. Dema pêngava sifirê –xeteriyê- derbas dike wê demê dibe ku di laş de belav bibe û xeteriya wê zêde dibe.

FAKTORÊN HUNDIRÎN Û DERVE YÊN DIBIN SEDEMA PENCEŞÊRA PÊSÎRÊ

Ji rêveberên navenda Mamografî ya li bajarê Qamişlo behsa sedemên hundirîn ên nexweşiya penceşêra pêsîrê kir û got, “Ji wan mezinbûna pêşwest, wîraset, westandin û xebatê bi şev. Her wiha qelewbûn bi awayekî mezin dibe sedema nexweşiya penceşêra pêsîrê, kêmbûna çalakbûna laş, bikaranîna dermanê pêşîgirtina ducaniyê yan jî bikaranîna dermanê hirmûnatan demên dirêj dibin sedema nexweşiyê.

Sedemên derve jî hene wekî lêzer, qirêjbûna ekolojîk û xwarina ne tendurist.

RÊBAZÊN XWEPARASTINÊ

Girêdayî rêbazên xweparastinê ji nexweşiyê, Fatima behsa rêzetedbîran kir ku jin karibe pêk bîne da ku sedemên nexweşiyê kêm bike û ew jî ev in: "Lêzerê bi kar neynin û şîrê xwe bidin zarokên xwe. Li gorî lêkolînên nûjen, ku her çiqas dema şîrdayînê dirêj bibe ewqasî xeteriya penceşêra pêsîrê kêm dibe."

Her wiha got bi awayekî zêde û zêdetirî 15 dk rastî roniya tavê neyê, werzîşê bike, xwarina ku vitamin (d) têde be, bixwe.

TEST, RÊBAZA HERÎ BAŞ YA KEŞIFKIRINA PÊŞWEXT E

Tevî xeteriya vê nexweşiyê û hejmara mezin a pêketiyên wê li derdora cîhanê, pir girînge ku jin bi awayekî asayî xwe kontrol bikin. Ji ber çiqas Pêşwext nexweşî were tesbîtkirin ewqasî rêbazê dermankirina wê zêde dibe. Gelo çawa xwekontrol tê kirin û çawa her jinek dikare vê yekê di mala xwe de bike?

Derbarê pirsên me de, Fatima Ebdullah behsa girîngiya xwekontrolkirinê bi awayekî asayî kir û got ev yek jî piştî hefteyekê ji bidawîbûna dewreya mehane û ew jî bi rêya kontrolkirina bi dest û nihêrandinê ye.

Kontrolkirina bi nihêrandinê bi rêya kontrolkirina pêsîrê û şeklê wê ku çi guhertin di reng û şeklê wê de çêbûye û ji bo kontrolkirina bi rêya destan ew jî ji bo naskirina ku tu tumor di bin çeng yan jî li kêleka pêsîrê de hene û pir girînge ku her jinek jorî 40 saliyê kontrolkirina mamografîk bi awayekî asayî çêke.

TESTA MAMOGRAFÎ

Mamograf ji bo tesbîtkirina pêşwext ya nexweşiya penceşêrê pêsîrê ye û rêjeke kêm ji lêzerê tê de ye û tê de pêsîr tê kontrolkirin û diyar dibe ku nexweşî hene yan na.

SERJIMARÎ

Girêdayî serjimariya navendê, Fatima got nêzî 40 nexweşên jin ên penceşêrê û yek mêr hatin belgekirin. Her wiha destnîşan kir ku ev nexweşî ne tenê jin pê dikevin lê belê mêr jî pê dikevin lê rêjeya wan ji a jinan kêmtire, nexweşî di nava zêdebûnê de ye û jinên temen biçûk jî pêdikev di navde jinên ne zewicî.

OCTOBERA PEMBEYÎ

Têkildarî “Octobera Pembeyî” girîng bû ku em ji Fatima pirs sedema vê binavkirinê û çima meha Cotmehê, pirs bikin. Fatima ev tişt anî ziman: "Di Cotmeha 2006`an de hemleya Keşifkirina Pêşwext weke însiyatîfeke cîhanî dest pê kir û tê de rengê pembeyî weke dirûşe diyar kirin ji ber ev reng bi giştî nûnertiya jinan dike."

DIVÊ JIN ÇI BIKIN DA KU BI VÊ NEXWEŞIYÊ NEKVIN, AN JÎ ZÛ TÊ DERXIN?

Fatima Ebdullah bang li jinan kir ku li tenduristiya xwe binihêrin, ji ber heger nexweşî pêşwext were keşifkirin dermankirina wê dê hêsan be û îşaret bi girîngiya ku her keçek xwekontrolkirinê zanibe û mehane çêke. Her wiha divê her jinek ku temenê wê zêdetirî 40 salî ye û ev nexweşî di nava malbata wê de hebû kontrolkirina mamofrafî çêke, her sal yan jî du salan. Fatima teqez kir ku di navendê de alavên pêşketî li Rojhilata Navîn hene û hemû xizmetan bê pere pêşkêş dike.

(bx)

ANHA