Berwarî: Divê Parlementoya nû li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku divê hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê yên nû li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin û got:“Ger bê helwest bin wê tu wateya van hilbijartinan tune be û baweriya gel jî pê nemîne.”

Berwarî: Divê Parlementoya nû li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be
16 cotmeh, 2021   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hilbijartinên Iraq û Başûrê Kurdistanê rastî boykotkirineke mezin hatin.

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, anî ziman ku boykotkirina hilbijartina tolhildana gel a li dijî desthiladariyê bû.

Berwarî, diyar kir ku di encama hilbijartinan de dibe ku hin guhertin çê bibin, lê zehmet e ku guhertinên radîkal di sîstema siyasî ya Iraqê de pêk werin.

`PÊWÎSTIYA HERÎ MEZIN BI GUHERTINA IRAQÊ HEYE`

Ji sedema xwepêşandanên 2019`an de hilbijartin pêşwext lidarketin. Berwarî, derbarê hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku pêk hatin de got: “Hikumeta demkî ya Iraqê ji bo ku guhertinan di sîstema siyasî, xizmetguzarî û aborî çêbike û di heman demê de destûr û  yasayên hilbijartinan jî bên guhertin, soz dabû gelê xwe. Şert û mercên hilbijartinên Iraqê tê de derbas dibin giran in. Ji ber ku Rojhilata Navîn bi giştî navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e. Taybetî jî Iraq, Sûriyê û Tirkiyê di navenda vî şerî de ne. Pêwîstiya herî mezin bi guherîna Iraqê heye. Ji ber ku Iraq ji sala 2003`an heya niha neketiye nav pevajoyeke rast. Ev pengava ku hat avetin jî ji bo ku Iraq êdî ber bi dewletbûn û sazîbûne ve biçe ye.” 

`WÊ GUHARTINÊN RADÎKAL ÇÊNEBIN`

Berwarî derbarê pirsa, “Gelo wê ev hilbijartin çi guhertinan bi xwe re bîne?” de got: “Heya ku destwerdana herêmî û cîhanî li Iraqê hebe, dibe ku hin guhertin çê bibin, lê zehmet e ku guhertinên radîkal di sîstema siyasî ya Iraqê de pêk werin. Iraq ne dewleteke serbixwe ye û serweriya wê tune ye. Gelek cihên bakurê Iraqê û Başûrê Kurdistanê di bin destê deshiladariya Tirkiyê de ye. Beşek ji Iraqê di bin destê deshiladariya Îranê de ye, her wiha Iraq bi giştî jî di bin destê Amerîka û peymanên navnetewî de ye. Bandora dewleta Amerîka, Fransa, Brîtanya, Tirkiye, Almanya, Îran û hin welatên Ereb li ser biryara siyasî ya Iraqê heye. Ji ber wê dibe ku di parlementoya Iraqê de hin kes derbikevin û daxwaza çaksaziyan bikin. Wekî çawa ji bo gelê Hêwa girseyî çêkirin ku heya radeyekê hişt dengê gelê Başûrê Kurdistanê li Bexda bilind bibe û daxwazên wan bi cih bînin. Bi giştî ev hilbijartin dibe ku her tiştî çareser bikin, lê ji hilbijartinên berê baştirîn bû. Gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê heya radeyekê baş dengê xwe li ser mebesteke guhertina rejîma siyasî bi kar anî.”

`BOYKOT TOLHINDAN BÛ`

Hilbijartinên pêşwext ku ji sedî 41 tevlê bûne, pêk hatiye ji aliyê gel ve hatibûn boykotkirin. Berwarî vê boykotê wek encama nerazîbûna sîstema siyasî ya heyî li Iraqê ve girê da û got: “Parlamenterên berê yên ku bi lîstokan dihatin hilbijartin ji bo gelê xwe tiştek nedikirin. Êdî gel ji van hilbijartinan bêzar bûne. Di hilbijartinên îsal de gelek deng jî hatin şewitandin ku ev tolhildanek ji deshildariya heyî re bû. Binêrin hin partiyan kursiyên xwe zêde kirine, lê dengê xwe kêm kirine.”

`PLANÊN LI SER DABEŞKIRINA IRAQÊ`

Berwarî da xuyakirin ku ger palementoya Iraqê helwest negirin û serweriya Iraqê bi dest nexin wê tu wateya van hilbijartinan tune be û wiha dewam kir, “Iraq ne serwer e. Rojane gel rastî êrişan tê û aborî jî tê werankirin. Metirsiya giştî qutkirina ava Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Zêdetirî 80 baregeh û kompên îstîxbaratî yên Tirkiyê hene. Di heman demê de plangeriyeke mezin li ser Iraqê heye ku wek 3 cihan herêmê dabeş bikin û dewletên deshiladar aboriya wan têxin bin destê xwe. 3 caran parlementoya Iraqê biryar daye ku hêzên biyanî taybetî, hêzên dewleta Tirk divê ji Iraqê derbikevin. Dibe ku ev dîsa bê dûbarekirin ku metirsiya qirkirina gelê Başûrê Kurdistanê heye. Îro êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser sînor in. Ger hikumeta Iraqê û parlementoya nû ya Iraqê biryareke nû negrin, Iraq wê wekî dewlet neyê hesibandin û baweriya gelê Iraqê jî ji van hilbijartinan re wê nemîne."

ERKÊ SERÊKÊ YÊN PARLEMENTOYÊN NÛ: DERXISTINA DEWLETA TIRK JI HERÊMÊ

Berwarî, derbarê parlementerên nû yên hatine hilbijartin de destnîşan kir ku beriya her tiştî divê li ser komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne û li dijî bikaranîna 180 caran çekên kîmyewî li ser sivîl û gerîlayan raweste. Ger gerîla li Başûrê Kurdistanê nebe û hebûna wan li çiyayên Kurdistanê tune be metirsiya dagirkirina axa Iraqê bi giştî heye. Pêwîste parlementoya nû ya Iraqê li ser dagirkirina ku dewleta Tirk dike, cihên hatine kirîn û firotin, çawa ku gelê Kurd û yên herêmê vê qebûl nakin, divê hikumeta Iraqê, parlementoya Iraqê ya nû û serokomarê Iraqê jî xwedan helwest bin û dewleta Tirk bidin dadgeha navnetewî. Bi qanûna navnetewî dewleta Tirk û hêza wê ji Iraqê derxînin.”

ANHA