Berxwedana Şêxmeqsûdê bi şerê gel ê şoreşger û yekitiya pêkhateyan tacrîdar bû

Berxwedana Şêxmeqsûd bi "Botana duyemîn" hat wesifandin. Berxwedan ku rihê berpirsyartî û welatparêziyê tê de derket pêş bi şerê gelê şoreşger û yekitiya pêkhateyan tacîdar bû.

Berxwedana Şêxmeqsûdê bi şerê gel ê şoreşger û yekitiya pêkhateyan tacrîdar bû
16 cotmeh, 2021   06:01
HELEB-MIHEMED EBDO

Berxwedana taxa Şêxmeqsûdê nimûneyeke bêhempa ji nimûneyên berxwedan û têkoşînê ye ku gel û tevgerên şoreşger li dijî dagirker û êrişkaran raber kirine. Berxwedana Şêxmeqsûdê li gor rêgezên şerê gelê şorşegerî û bingehên şerê gerîla pêk hat û di rewşên tunebûnê de serkeftineke giştî bi xwe re anî.

BOTANA DUYEMÎN

Tevî gelek astengiyan û tunebûna derferan, berxwedana bêhempa ya Şêxmeqsûdê serkeftin bi xwe re anî, ku di mentiqê leşkerî de serkeftina wê ne di texmînan de bû. Lê sirê serkeftina vê berxwedanê kombûna gel li derdora hêzên leşkerî yên parastinê bûn ku bi xwe ji şêniyên taxê pêk tê. Her wiha rêxistinbûna civakê hişt ku rihê berpirsyartî û welatparêziyê li gel berxwedêran xurt bibe, her ferdek ji pêkhateyên taxê berjewendiyên giştî di ser berjewendiyên kesayetî û madî re girtin.

Rola pêşeng a vê berxwedanê xwe dispêre rêgezên şerê gel ê şoreşgerî ku rêber Abdullah Ocalan îşaretê bi girîngiya wê dike. Ev rêgez tevahî bingeh û pisgirêkên ku kapîtalîzmê di nirxandina şeran de li ser rêgezên tekînîkî û alavan ava kirine, têk birin. Ji ber ku kapîtalîzmê rola israr, berxwedan û vîna tevahî aliyên mirovî paşguh kirin û mirovan wek hemû amûrên din ên cemidî yan jî bêhiş dibîne.

Rêber Ocalan di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de dibêje, civaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn li dijî êrişên çandî, exlaqî, polîtîkî û manewî bi amûrên xweparastina rewa erkdar in. Anku dermanê vê nexweşiyê di pêkanîna pransîbên şerê gel ê şoreşgerî de ye.

Rêber Ocalan ev "êrişa kampîtalîzmê" ku gihaştiye astên kûr, bi penceşêrekî mirî ku laşê herêmê dixwe û gefan li hebûna wê dixwe wesif dike.

Ji lew re, azadî li gorî rêber Ocalan bi xwebirêvebirina civakê, çareserkirina tevahî pirsgirêkan bi hêz, vîn, zindîtî û afrîneya xwe pêkan e. Ji vir çîroka berxwedana Şêxmeqsûdê dest pê dike ku endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo bi Botana Duyemîn wesif kiriye.

Bedran Hemo ji ANHA'yê re axivî got, rihê şoreşgerî yê şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ku ji tevahî kurdên Rojava û pêkhateyên cuda ne, bi awayekî erênî kesayetên têkoşer û welatparêz ava kirin ku ji dibistana civakê derçûne.

Hemo diyar kir ku şêniyên Şêxmeqsûdê zarokên xwe li fedekarî û bidestxistina azadiyê perwerde kirin û got, şêniyan bi destpêkirina ragihandina şoreşê re armancên xwe pêk anîn, ji ber ku ciwanên wê êdî bûn pêşengên wê.

Taxa Şêxmeqsûdê yek ji cihên ku fikirên Tevgera Azadiya Kurdistanê lê belav bûye. Ji Şêxmeqsûdê kadro tev li refên tevgerê bûn û piştre tev li Şoreşa Rojava bûn, mîna şehîd Cesûr Efrîn û gelek têkoşerên din ku di têkoşîna xwe de berdewam in.

KOMÎN STÛNA BERXWEDANÊ NE

Di projeya neteweya demokratîk de ya ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye komîn xwedî rolekek girîng di rêxistinkirina civakê de delîze. Komîn şaneya herî biçûk a civakê ye, ji gelek komîteyan pêk tê ku civakê di qadên aborî, xizmetguzarî, civakî û tenduristî û hwd.. bi rêxistin dike.

Di berxwedana Şêxmeqsûdê de komînan roleke sereke di pêkanîna serkeftinê de lîst.

Piştevaniya komînan di gelek aliyan de diyar bû, jê piştevaniya ji hêzên leşkerî re bi ferdên dikarin çekê rakin û parastina taxa xwe li hember terorê bikin,birîndarên sivîl rakirin nexweşxaneyê û cihên ewle mîna jêrzemînan ji bo temamkirina perwerdê, dabîn kirin.

Dema ku komîn bi karê xwe bi temamî rabe, piştevaniya tevahî saziyên dîtir dike û ji saziyan re stûna pêkanîna armancên wan e.

Endama Komîna Şehîd Celal ku yek ji komînên herî çalak di berxwedanê de bû,  Meqbûle Xelîl Nebo got, tevî temenê wan ên mezin rihê berpirsiyartiyê yê li gel wan hişt ku beşdarî berxwedanê bibe û piştgiriyê bide şervanan di eniyên şer de û diyar kir wan bi rêya meşandina dewriyeyan li taxê piştgirî didan.

Meqbûle Xelîl Nebo wiha gotina xwe domand: "Di berxwedanê de tevahiyan nakokiyên xwe yên partîtî dan aliyekî û tev li berxwedanê bûn, bi wê re tevahî çîninên civakê bi hemû pêkhateyên xwe bi yek destî li hember terorê sekinîn."

Meqbûle Xelîl Nebo piştrast kir ku hezkirina di nava tevahiyan de hatiye çandin, tevî bikaranîna gaza jehrê, mûşek û çekên qedexekirî ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hevgirtinê serkeftin bi xwe re anî.

JIN PÊŞENGA BERXWEDANÊ BÛN

Xweparastina gel parçeyeke bingehîn û stratejî ya şerê gel ê şoreşgerî ye ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe û pişta xwe nede saziya dewletê. Ji ber ku saziyên dewletê li pêş rihê hevkarî, hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera ferd, çîn û çandên cuda de dibû asteng.

Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin, ji ber ku şoreş bi pêşengtiya jinan dest pê kir û jinan di hemû qadan de leşkerî, tenduristî û civakî û hwd.. berdêlên giran dan.

Jinan di berxwedana Şêxmeqsûdê de cihên xwe di qadên berxwedanê de girtin û yekemîn tûgeya Hêzên Parastina Civakê-Jin bi navê tûgeya Şehîd Gulê Semlo di 25’ê Hezîran 2015’an de damezrand. Gulê Semlo têkoşer û çalakgera di rêxistina Yekitiya Star a Helebê de bûn, her wiha endama çalak a Meclisa Gel a taxa Şêxmesûdê bû. Gulê Selmo di 13’yê Adara 2012’yan ji aliyê pêxwasên rejîma hikumeta Şamê ve li taxa Şêxmeqsûdê hat şehîdxistin.

Li aliyekî din piraniya xebatkarên qada perwerdê ya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk, jin in û zarokan fêrî zimanê dayikê dikin.

Li gorî serjimariyeke berê ya Kongreya Star, jinê di Şêxmeqsûdê de roleke mezin di rêzesaziyên sivîl de list. Bi wê re 14 komînên taybet bi jinê hatin avakirin. Jinê di xebatên xizmetguzarî û çalakiyên siyasî de jî xwe bi rêxistin kir, rola xwe di parastinê de list, gelek perwerdeyên leşkerî standin. Ji sedî 80’ê ji jinên taxê di saziyên sivîl ên taxê de dixebitin.

Sedemên sereke yên ku serkeftin di berxwedana Şêxmeqsûdê de pêk anî, rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bû.

(fr)

ANHA