Erdogan hin rayedarên banka navendî ji peywirê xist, lîreya Tirk jî daket

Piştî biryara Erdogan ya xistina 3 rayedarên banka navendî ji peywirê û erkdarkirina 2 kesên din li şûna wan, nirxê lîreyeya Tirk li hemberî dolar daket 9.18`an.

Erdogan hin rayedarên banka navendî ji peywirê xist, lîreya Tirk jî daket
14 cotmeh, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, îro di saetên sibehê de serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi biryarekê 3 rayedarên banka navendî ji peywirê xist û li şûna wan 2 kesên din erkdar kirin.

Li gorî biryarê ku di rojnameya fermî de hat weşandin, herdu cîgirên serokê banka navendî Semih Toman û Ugur Namek Koçek Ugûr Namik Kotçik, her wiha endamê Meclisa Siyasetên Diravî Abdullah Yavaş piştî kêmî 5 mehan ji erkdarkirina wan, ji peywirê tên xistin.

Li şûna wan, Taha Çakmak wekî cîgirê serokê banka navendî û Yusuf Tuna wekî endamê Meclisa Siysaetên Diravî, hatin erkdarkirin.

Ev biryar piştî hevdîtina Erdogan bi parêzgarê banka navendî ya Tirkiyê Şehab Kavcioglu re li Enqereyê, pêk hat.

Di encama vê biryarê de, nirxê lîreya Tirk li hemberî dolar daket 9.18`an.

(dx)