Di êrişên Îsraîlê yên li gundewarê Humsê de kuştî çêbûn

Li herêma balafirgeha Teyfûr a leşkerî ya li rojhilatê Humsê ji ber êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên komên Îranî de teqîn pêk hatin. Di encamê de 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li gundewarê Humsê de kuştî çêbûn
14 cotmeh, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê ên li sêgoşeya sînorê Sûriye-Urdun-Iraqê bombebaran kirin. Ji cihên hatine bombebarankirin, navendeke perwerdeyê û birca peywendiyan ku tenê çend kîlometreyan li rojhilatê balafirgeha Teyfûr û rojavayê bajarê Tedmurê ye. Di encamê de li herêma balafirgeha Teyfûr a rojhilatê Humsê teqîn pêk hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişan de 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin, her wiha birca peywendiyan hate rûxandin.

Li gorî SOHR'ê, hemextî wê yekê pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê çend moşekên Îsraîlê beriya ku bigihêjin armancên xwe, îmha kirine.

Ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA jî, diyar kir ku di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê li dijî herêma Tedmurê ya gundewarê rojhilatê Humsê de, endamekî hêzên hikumetê hatiye kuştin û 3 endamên din birîndar bûne.

(dm)