Li Beyrûtê pevçûnên dijwar; 2 kuştî û bi dehan birîndar çêbûn

Li herêma Teyûnê ya li paytexta Lubnanê Beyrût, di kombûneke alîgirên tevgera Emel û Hizbullahê de pevçûn derket, gule hatin reşandin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Li Beyrûtê pevçûnên dijwar; 2 kuştî û bi dehan birîndar çêbûn
14 cotmeh, 2021   10:24
 BEYRÛT

Ji ber pevçûnên li herêma Teyûnê û Şeyah rû dane, erebeyên ambulansê li pey hev birîndaran radikin nexweşxaneyên Beyrûtê û yên derdorê.

Wekî bîlançoya destpêkê, kuştiyek û 8 birîndar gihaştin nexweşxaneya Sahil, kuştiye din gihaşt nexweşxaneya Resûl El-Ezam û 4 birîndar jî gihaştin nexweşxaneya Hotel Dieu ya li Beyrûtê.

Derbarê doza lêpirsînên teqîna bendera Beyrûtê de, hinek dixwazin dadmend Tariq El-Bêtar ji peywir were xistin, hinek jî piştgiriyê didine û dixwazin karê xwe dewam bike.

Li gorî şahidên bûyerê, li herêma Teyûnê dema ku hejmareke mezin a alîgirên tevgera Emel û Hizbullahê berê xwe didan koşka Edil da ku li dijî Tariq El-Bêtar xwepêşandanê bikin, dengê guleyan li herêmê bilind bûye.

Hin endamên alîgirên Hizbullah û tevger Emel li derdorê Teyûnê xwe çek rakirine û xwe ji bo rewşên awarte amade kirine.

Piştî ku di gulereşandinê de birîndar çêbûn, artêşê û erebeyên ambulansê berê xwe dan cihê bûyerê. Her wiha hêzên ewlekariya giştî ji bo aramkirina herêmê, belav bûne.

Li aliyekî din, hejmareke parêzeran li pêşiya koşka Edil ji bo piştgiriya El-Bêtar xwepêşandan kir.

(cx)