Hilbijartinên Iraqê ne li gorî hêviyan bû

Ji dema ku Baas hilweşiya û piştî destpêkirina xwepêşandanên gel li Iraqê hilbijartinên zagonsaz (parlemantoyê) ên 5`emîn hatin lidarxistin, lê ruxmî propogandayên zêde yên van hilbijartinan, encamên wê boykotkirineke mezin ji aliyê gel ve bû. Gelo sedem çi ne?

Hilbijartinên Iraqê ne li gorî hêviyan bû
14 cotmeh, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên zagonsaz ên Iraqê, derket holê ku gelê Iraqê, nexasim beşên ciwan hilbijartin boykot kirine.

`HILBIJARTIN NE LI GORÎ HÊVIYAN BÛ`

Encamên destpêkê yên hilbijartinan eşkere kir ku ji sedî 60 ji dengdêrên iraqî hilbijartin boykot kirine û li gorî komîseriya bilind a hilbijartinan, gel baweriya bi partiyên mezhebî winda kirine.

Ji mafê 25 milyon kesî ye ku dengê xwe bidin zêdetirî 3 hezar û 200 namzetî. Li gorî komîseriya bilind a hilbijartinan ku roja duşemê di saetên sibê de ragihand ku rêjeya destpêkê ya beşdarbûnê ji 22 milyon dengdêr gihaşt 41 ji sedî.

Di 5`emîn hilbijartinên Iraqê de ku ji destpêka hilweşîna rejîma Sedam Husên di sala 2003`an de, ev rêjeya boykotkirinê standart e.

Tê zanîn ku di sala 2018`an de li gorî daneyên fermî ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî gihaşt 44,52 û li gorî hin kesan ku ev rêje ji wê demê re pir bilind bû.

Li gorî şandeya navneteweyî ya alîkariya Iraqê ku rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinên parlementoyê yên pêşwext de ku roja Yekşemê hatin lidarxistin, ne li gorî ku dihate xwestin bû.

Her wiha şandeyê got hilbijartin ji bo pêkanîna xwestekên gelê Iraqê ku ev du sal in li bendê ne, hate lidarxistin û destnîşan kir ku NY dê li kêleka hemû iraqiyan bisekinin.

Mamosteyê zanîngehê û lêkolînerê siyasî yê iraqî Dr. Sadiq El-Îsawî têkildarî mijarê wiha axivî: "Di nava rewşên gelê Iraqê de û bêbaweriya bi beşa siyasî ku Ii ser esasê mezhebî hatiye avakirin, boykotkirin rewşeke xwezayî ye. Ji ber vê yekê jî nerazîbûneke mezin ji hilbijartinan re çêbû.

El-Îsawî diyar kir ku tecrûbeya Lubnanê ya binkeftinê li Iraqê jî dubare bû.

ZEHEMTIYÊN BERÊ Û ÊN PIŞTÎ ÊRIŞÊ..KOTAYÊ GELÊ IRAQÊ TALAN DIKE

Piştî ku Sedam Hisên ê ku ji kêmneteweya Sunî bû, li Iraqê ku bi dewlemendiya petrola xwe navdar e, gihaşt ser hukim, dest bi qirkirin û paşguhkirina pêkhateyên din ên wekî şîa û Kurdan kir. Mafên wan ji wan stand, tundiyeke dijwar li dijî wan bi kar anî û vê yekê rê li pêşiya parçekirina Iraqê vekir.

Piştî êrişên Amerîka li dijî Iraqê di sala 2003`an de, DYA`yê sîstema kotayê ava kir ku wezîfeyên serokatiyê li welat li ser esasê mezhebî di nava pêkhateyan de were belavkirin, serdestî hê jî li welat siyasî ye. Ji ber vê yekê hîna jî gelek kes vê sîstemê ne wekî çareserî, lê wekî pirsgirêka aloziya Iraqê dibînin.

Li gorî çavdêran ku sîstema kotayê bû sedema gendeliya darayî û rêveberiyê li Iraqê piştî sala 2003`an berfireh bibe û kota tê wateya ku kom û partiyên di hilbijartinên parlementoyê de bi ser ketine wezîfeyên hikumetê parve bikin. Li gorî kotayê ku serokkomar Kurd be, divê serokwezîr şîî be û serokê parlementoyê jî sunî be, lê ev yek bû sedem ku diyardeya gendeliyê li welat derkeve.

Ji bilî mijara gendeliyê, fetisandina mezhebî û neteweyî bû sedem ku komên radîkal ên wekî DAIŞ`ê derkevin. Di 29`ê Hezîrana 2014`an de berdevkê DAIŞ`ê Ebû Mihemed El-Ednanî bi rêya dengekî qeydkirî avakirina dewleta Îslamî ragihand û Ebû Bekir El-Bexdadî weke serçeteyê wê hate erkdarkirin.

Her wiha hejmareke mezin ji çekdarên şiî bi hinceta berxwedana li dijî DYA`yê û şerê li dijî terorê, derketin holê.

Kota li ser mezheb û neteweyan tenê nesekinî, lê belê ev mezheb û netewe parçe bûn û li gorî girêdana wê ji dewletên ku destwerdana Iraqê kir, dabeş bûn.

Di nava sune de partiyên girêdayî Erebistana Siûdî, Tirkiyê, Qeter, DYA û hin ên nêzî Îranê hene. Rewşa şîa jî nêzî ya sunî bû, kurd bû du partî, PDK`ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî û Hewlêr di bin serweriya wan de ye û nêzî sune ne nexasim Tirkiyê ye û YNK`ê jî li Silêmaniyê û nêzî Îranê ye.

PEYAMÊN GEL JI ÇÎNA SIYASÎ YA SERDEST RE

Têkildarî peyamên ku gelê Iraqê ji çîna siyasî ya serdest re şandiye, lêkolînerê iraqî ev tişt anî ziman: "Vê boykotê gelek peyam şandin. Boykot ji cîhanê re hate şandin ku gelê Iraqê guh nade çîna siyasî ya heyî û ev yek di aliyê derve de Iraq lewaz dike û serketina kesên serbixwe û hin kesên ji xwepêşandêrên Tişrînê peyamek xurtir şand û bandora wê li ser serweriyê zêdetir bû."

Hilbijartinên pêşwext di dema ku serhildana gel ku navê Şoreşa Tişrînê lê hate kirin de, hate lidarxistin û tê de xebatên tundiyê her wiha buyerên kuştinê jî çêbûn. Lêkolînerê iraqî vê derbarê de ev tişt anî ziman: "Bandora vê hilbijartinê wê li ser rûyê erdê hîn bi awayekî baştir derkeve holê, ger di aliyê xizmetguzariyê xebat neyên pêşkêşkirin, kolan ango gel wê hukim bide."

‘AVAKARÊ QIRALAN VEDIGERE SERΑ

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, Şepêla El-Sedrî rêjeya bilind ji kursiyan wergirt û ew jî 69 kursî ne, paşê hevbendiya pêşverû bi serkêşiya serokê parlamentoyê yê heyî Mihemed El-Helbûsî, paşê dewleta qanûnê bi serkêşiya serokê partiya El-Dewê El-Îslamî (Vexwendina Îslamê) Nûrî El-Malikî û paşê jî PDK`ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî.

Rêjeya bilind ku Şepêla El-Sedrî bi dest xist, dibe ku hevkêşeya serdestiyê biguhere. Her wiha dibe ku rê li pêşiya revandina wezîfeya serokwezîr veke, ji ber ew bloka mezin a di parlamentoyê de ye.

`EL-SEDIRÎ NUQTEYA NÊZBÛNÊ YA DI NAVBERA BERJEWENDIYÊN DESTWERDANAN DE YE`

Pêşdeçûna Şepêla El-Sedirî tu guhartinên erênî ji aliyê gel ve çênake, lê dê bibe nuqteya civandinê ya di navbera aliyên destwerdanê li Iraqê dikin, tevî ku ew şepêleke şîe ye. Lê di dema borî de ji komên Heşid El-Şebî û dijberiya hebûna Amerîka bi dûr ket. Her wiha li dijî Îranê jî nesekinî û peyamên erênî ji gelek dewletên Ereb, Kendavê û rojava re dişandin.

Rojnameya The Wall Street Journal da zanîn ku dibe ku avakirina aktîf a hikumeta nû a çareseriya siyasî ji bo peydakirina serokekî heya çend hefteyan dirêj bike. Lê serokê Şepêla El-Sedirî Muqteda El-Sedir dê rastî hevrikiyeke xurt ji siyasetmedarên şîe û tundrawên alîgirê Îranê were, ji ber ku ew alî hewl didin ku welêt nêzî Tehranê bikin.

Rojnameyê li ser zimanê berpirsên amerîkî daxuyand ku hikumeta nû di bin kontrola El-Sedir de ye û dibe ku pêngavên lez ên vekişîna Amerîka ya giştî pêk neyê, tevî ku di dîrokê de yek ji hevrikên sereke yên DYA’yê bû.

Rojnameya Washington Post di raporeke xwe li ser hilbijartinan de diyar kiribû ku tevî ku têkiliya El-Sedir a bi rojavayan re di dirêjahiya salan de ne baş e, lê îhtîmal e piştgiriyeke veşartî ji Washingtonê hebe, ger di hilbijartinan de bi ser bikeve. Rojnameyê da zanîn ku El-Sedir di mehên dawî de rêyeke cudayî rêya partiyên Iraqê yên hevalbendên Îranê pêk anî û banga derxistina hêzên Amerîkayê yên li Iraqê mane kiribû.

DI ÇARÇOVEYA TECRÛBEYA IRAQÊ DE...ÇARESERÎ ÇI DI KU DE YE?

Tevî derbasbûna salan ji hilweşîna rejîma Sedam Hisên ku her tim muxalifan bi dîktator û sûcdar wesif dikir û guhartina rejîma wî bi pergaleke demokratîk, hîna iraqî baca êrişa li dijî Iraqê didin, ji can, ewlehî, aborî û xizmetguzariyê û hwd.

Ji wê demê de terorîst iraqiyan qetil dikin û tevahî herêmên wê ji bakurê wê bigire heta bi başûrê wê di rewşeke dijwar a debarê de dijîn. Bi wê re xwepêşandanên li ser nebaşiya xizmetguzariyê, krîza aborî, berbelavbûna bêkarî û serweriya komên çekdar li herêmên wan, li dar xistin.

Di dawiyê de, di çarçoveya tecrûbeya Iraq, Lubnan û Yemenê heta bi Efganistan, Sûriye û hwd ji krîz û eniyên şer ên li tevahî herêmê û dewletên cîhanê de, bi delîl û nîşaneyan eşkere bû ku çare ne di nivîsandina destûran de ye ku serweriyê di navbera etnîk û mezbehan de dabeş dike, lê belê çare di projeya neteweya demokratîk de ye.

(bx – fr)

ANHA