Rojnameyên Erebî: Welatên Ereban hevkariyê bi Sûriyê re didomînin

Rojnameyên erebî yên îro behsa hevkariya hin welatên Ereban bi Sûriyê re, dosyaya bendava Nehdayê û hilbijartinên Filistînê kir.

Rojnameyên Erebî: Welatên Ereban hevkariyê bi Sûriyê re didomînin
14 cotmeh, 2021   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

TÊKILIYÊN WELATÊN EREBAN BI SÛRIYÊ RE, NE JI BO XELATKIRINA ESED E

Destpêkê têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysal El-Miqdad ragihand ku welatê wî amade ye bi Lubnanê re di gelek astan de hevkariyê bike. Lê belê, gelek aliyên din ên van daxuyaniyan hene, wekî ji nûve vegerandina têkiliyên Sûriyê bi gelek welatên Ereban re, bi taybet li gel hebûna toreke berjewendiyên bazirganiyê yên ku hevkariyê bi Sûriyê re ferz dike.

El-Miqdad piştî civîna bi wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bohebîb re, ev daxuyanî da.

Vê dawiyê, zêde behsa îhtimala vegera Şamê li Yekitiya Ereban tê kirin, nexasim ku bangawaziyên welatên Ereban di wê derbarê de zêde bûn, her wiha peywendiyên siyasî û hevkariya aborî di navbera Şamê û hinek ji wan welatan de ji nûve dest pê kir.

Rexne ji bo rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden hene ji ber ku tevgerên welatên herêmê bi Sûriyê re qebûl kiriye, ruxmî ku DYA bi xwe ji bo vegerandina têkiliyên bi Sûriyê re nakeve tevgerê.

Vê dawiyê di çarçoveya têkiliyên bi Sûriyê re, pêşketinek din çêbû. Ew jî peymaneke çaralî bû, bi rêya wê dê gaz ji Misirê bi rêya Urdun û Sûriyê ji bo Lubnanê bê veguhestin.

Rexnegir dixwazin ku Amerîka di xebatên siyasî yên navneteweyî yên derbarê Sûriyê de li gorî biryara navneteweyî 2254, di aliyê dîplomatîk de aktîv be.

Pêwîst nake rêveberiya Biden di normalîzekirina têkiliyên xwe bi Şamê re lez bike, xuya ye ew jî vê yekê nake. Lê belê sedemek nîne ku zextê li welatên cîran bike da ku têkiliyên xwe bi Sûriyê re venegerînin. Li Rojhilata Navîn jî wekî herêmên din, têkiliyên asayî û hevkariya di navbera welatên cîarn de, ji şerê di navbera wan de bêhtir dikevin berjewendiya Amerîkayê.”

JI BO ZEXTÊ LI ETYOPYAYÊ BIKE, MISIR DI ASTA EWEROPAYÊ DE KET TEVGERÊ

Têkildarî aloziya bendava Nehdayê jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî daxuyaniya dawîn a Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî, Misirê hewldnaên xwe li ser asta Ewropayê zêde kirin, da ku derbarê dosyaya bendava Nehdayê de zextê li Etyopyayê bike. Li gorî daxuyaniya Konseya Ewlehiyê, divê aliyên bi nakok di demeke kin de hevpyemanekê îmze bikin. Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî jî di serdana duh ya ji Macaristanê re, banga lîstina roleke bi bandor ji bo çareserkirina vê dosyayê kir, ku li gorî wî zirarê digihîne berjewendiyên avê yên Misirê. Li aliyekî din, li Qahîreyê rûnişteke şêwirên dîplomatîk pêk hat, rayedarên Ewropayê jî beşdarê bûn û gelek dozên li Rojhilata Navîn û Afrîkayêî û di serî de dosyaya bendava Nehdayê, nîqaş kirin.”

PIRSGIRÊKA HILBIJARTINÊN FILISTÎNÊ..QUDS E

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Filistînê wiha nivîsî: “Gelê Filistînê xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dikin.  Di hilbijartinên herêmî yên Filistînê yên salên 2004, 2012 û 2017 de hilbijartin li Qudsê pêk nehatin. Ji ber ku li Qudsê meclisek herêmî ya girêdayî hikumeta Filistînê nîn e, lê belê gelo ji bo navçeyên Qudsê yên di aliyê îdarî de girêdayî hikumeta Filistînê, dê rewş çawa be?

Komîteya hilbijartinan a navendî ya Filistînê destnîşan kir ku hilbijartinên tê payîn di 11`ê Mijdara bê de werin lidarxistin, dê 27 desteyên herêmî yên li bakurê rojavayê Qudsê bigire nava xwe. Her wiha divê hilbijartin li du desteyên di aliyê ewlehiyê de girêdayî Qudsê û di aliyê îdarî de girêdayî hikumeta Filistînê û li Ram û El-Êzeriyê jî, pêk werin. Lê belê hilbijartin li Qudsê pêk nayên.”

(cx)