​​​​​​​Komela Dadgerî ya Kurdistanê: Li Hewlêrê sextekarî hatiye kirin û qebûl nakin

Komela Dadgerî ya Kurdistanê diyar kir ku li herêma 3 û 4 yên Hewlêrê bi bername di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin û dengê wan kêmkirine. Komel eşkere kir ku encama heyî qebûl nakin û wê ji bo standina mafê xwe dakevin qadan.

​​​​​​​Komela Dadgerî ya Kurdistanê: Li Hewlêrê sextekarî hatiye kirin û qebûl nakin
12 cotmeh, 2021   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Namzetê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Ebdusetar Mecîd ku di hilbijartinê de bi serneket, vê êvarê li Hewlêrê helwesta partiya xwe ya li ser encama hilbijartinên 10’ê Comtehê ya Parlamentoya Iraqê eşkere kir.

Ebdusetar Mecîd got: “Di herêma 3 û 4 yên Hewlêrê xelkê deng daye me, ew deng jî emanete û em ê weke çavê xwe biparêzin. Me hêvî dikir ev hilbijartin bê sextekarî û binpêkirine derbas bibe, lê mixabin desthilata herêmê ku dixwaze xelk bêzar û nerazî ye, nikare tu proseyên dengdanê bêsextekariyê bide meşandin.

Belge di destê me de ne ku li Hewlêrê sextekarî û binpêkirin hatiye kirin. Me komîsyon agahdar kiriye û em ê sibe belgeyên xwe radest bikin.”

Ebdusetar Mecîd diyar kir ku bi bername sextekarî hatiye kirin û wiha domand: “Dengê namzetê me nehate xwendin. Li yek navendên dengdanê, beramber forma cîhazî cudahî hebû. Li ser formê 30 denge, lê cîhazî 28 deng xwendiye. Eger navendan kom bikin û li her cîhazî 2 deng kêm kirîbe wê demê hejmar geleke. Min nêzî 15 hezar deng aniye, lê kesê ku li şûna min hatiye hilbijartin kêmtirî 14 hezar deng aniye. Encama herêma 3 û 4 ya Hewlêrê red dikin û qebûl nakin. Li dadgeha fedaral em ê gilî bikin. Em ê hemû rêyên yasayî û medenî bi kar bînin. Wê dengdêrên me ji bo mafên xwe dakevin qadan. Piştrast bin ku em ê serê xwe li ser bidin.”

Ebdusetar Mecîd diyar kir ku hinek kesan du caran deng dane û ji komîstiyê xwest bi soz û exlaq ve girêdayî be û rê nede dengê wan vale biçe û got: “Li Şarezûr sextekarî hate kirin. Hinek sindoq hatine sor kirin. Eger wan hilweşînin, wê Ehmed Hacî Reşîd serbikeve.”

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê, tenê namzetekî Komela Dadgerî ya Kurdistanê serketiye.