Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn

Bi sedan kesî Hevrîn Xelef, Ferhad Remedan û Yadê Eqîde bi bîr anîn.

Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
Şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad û Yadê Eqîde hatin bi bîranîn
12 cotmeh, 2021   17:35
QAMIŞLO

Bi sedan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, malbatên şehîdan, şandeya Rêveberiya Xweser û şêniyên bajar û herêma Cizîrê şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad Remedan û Yadê Eqîde li Goristana Şehîd Xebat Dêrik li ser gorên wan bi bîr bînin.

Qada goristanê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Ferhad Remedan, Yadê Eqîde û alên Partiya Sûriya Pêşerojê hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Çawîş axivî û wiha got: "Du sal di ser vê sûcê hov ê li dijî siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û hevrêyên wê re derbas bûn, lê hîna civaka navneteweyî û rêxistinên îdiaya mirovahî û parastina mafên mirovan dikin bê deng in. Ev jî tê wateya ku tevahî daxuyanî û helwestên navneteweyî vala ne."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha got: "Ne ji pandemiya vîrusa Koronayê bûya wê Partiya Sûriya Pêşerojê mîhrîcaneke xîtabî li dar bixista. Ji ber wê em ê tenê daxuyaniyekê bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û şehîd Ferhad Remedan bixwînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hevrîn sembola aştî û pêşenga serdemê û dengê jina azad bû.

Hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk hewl dide aramî û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bike, parçekirinê ferz bike û pêşeroja gelê Sûriyê digel ambargoyê de kontrol bike.

Her wiha hate gotin: "Bîranîna şehîdan boneyeke ku pêkanîna çarenûs û parastina yekitiya Sûriyê tîne bîra me. Bi berpirsyartiya çareserkirina aloziya Sûriyê û rizgarkirina gelê xwe ji azarê ku ev 11 sal in berdewam dikin, em dikarî aştî û aramiyê bidin giyanên şehîdên xwe."

Di daxuyaniyê de sûcên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî mirovahiyê, jin bi taybet û tecrûbeya Rêveberiya Xweser hatin şermezarkirin û bang li gelê Sûriyê hate kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk a faşîst û çeteyên wê li derdora QSD'ê kom bibin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyartiyên xwe li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û sûcdaran ceza bikin.

Partiyê di daxuyaniyê de got: "Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya ku hêvî û armancên gelê xwe di azadî, demokrasî, pirrengî di nava sîstemeke nenavendî de pêk bînin. Em ê peyama şehîd Hevrîn bighînin tevahî cîhanê."

Piştre li ser navê Kongreya Star Remzye Mihemed axivî.

Remziye Mihemed got: "Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komploya li dijî rêber Ocalan in. Sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, qirkirina gelên herêmê digel bêdengiya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ye."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa li ser navê malbatê xwe û malbata şehîd Ferhad Remedan axivî û wiha got: "Dema em behsa doz û mafan dikin, divê em berdêlên girabuha di oxira wê de bidin. Ji lew re dijminê hov ji hezarên salan ve hewl dide bi rêya derbekirina têkiliyên biratiyê gel û pêkhateyên herêmê ji hev bixe."

Sûad Mistefa anî ziman ku armanca dijmin fîtne û şerê di navbera gelan de derxîne, hêz û yekitiya wan lawaz bike û di encamê de herêmê dagir bike, xêr û bêr, destkeftî û mafên wan ên rewa talan bike.

Dayika şehîd Hevrîn got, divê tevahî li hember plan û komployên li dijî gelên herêmê yekitiya xwe xurt bikin.

Piştî axaftina bi dawî bûn, gelek heblest li ser şehîd Hevrîn Xelehatin xwendin.

Di dawiyê de gurzên gulan li ser gorên şehîdan hatin danîn.

(fr)

ANHA