​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn

Şêniyên Tebqayê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn. Di bîranînê de soza şopandina rêya şehîd Hevrîn hate dayîn.

​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Hevrîn Xelef li Tebqayê hate bibîranîn
12 cotmeh, 2021   19:19
TEBQA

Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, meclisa partiyê ya Tebqayê merasîmeke li dar xist.

Merasîmê bîranînê li navenda Çand û Hunerê bi beşdarbûna bi dehan kesî hate lidarxistin.

Li hola merasîmê wêneyên şehîd Hevrîn, gulên yasmîn ku bûne sembola şehîda aştî û azadiyê hatin daleqandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb wiha axivî: "Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin, destkeftiyên wan biparêzin ku bi saya wan azadî hate bidestixstin. "

Paşê serokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mûsena Ebdulkerîm şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û got: "Di karên xwe yê sûcdar de têk çûn. Texmîn dikirin ku wan îradeya me şikenand û israra me têk bir, lê Hevrîn tu carî di dilê me de naçilmise."

Her wiha helbestvana bi navê Buşra El-Ehmed helbestek bi navê "Hevrîn bêhna yasmîn û sembola aştiyê ye" xwend.

Di dawiyê de kurtefilmek derbarê jiyana şehîd Hevrîn de hate pêşandan.

(bx)

ANHA