SOHR: 30 sivîl ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatine qetilkirin

Ji destpêka 2021’ê ve 30 sivîlên sûrî, di nav de jinek û 8 zarok li ser sînor ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatin qetilkirin.

SOHR: 30 sivîl ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatine qetilkirin
12 cotmeh, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku ji destpêka 2021’ê ve cendermeyên Tirk ên li ser sînor 30 sivîlên sûrî di nav de jinek û 8 zarok qetil kirin.

SOHR’ê da zanîn ku ji destpêka krîza Sûriyê ve hejmara sûriyên ku ji aliyên cendermeyan hatine qetilkirin 489 e, ji wan 90 zarok û 45 jin in.

(fr)