Piştî 5 rojan careke din balafirên Rûsya bejahiyên Laziqiyê bombebaran kirin

Piştî 5 rojan ji aramiyê, careke din balafirên şer ên Rûsyayê 4 derbe li girên keskayî yên bejahiyên bakurê Laziqiyê pêk anîn.

Piştî 5 rojan careke din balafirên Rûsya bejahiyên Laziqiyê bombebaran kirin
12 cotmeh, 2021   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafirên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên Rûsyayê 4 caran girên bejahiyên bakurê Laziqiyê bombebaran kirin, lê tu agahiyên ser li windahiyên mirovî bi dest neketin.

SOHR’ê da zanîn ku piştî 5 rojan ji rawestandina bombebarankirina "herêma bêçek", ev derbeyên Rûsyayê yên nû pêk hatin.

(fr)