Dagirkeran li Til Temirê bi dehan malên Asûriyan hilweşandin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser gundê Til Şenan ê Asuriyan zêde kirine. Di encamê de gelek mal wêran bûn.

Dagirkeran li Til Temirê bi dehan malên Asûriyan hilweşandin
Dagirkeran li Til Temirê bi dehan malên Asûriyan hilweşandin
Dagirkeran li Til Temirê bi dehan malên Asûriyan hilweşandin
Dagirkeran li Til Temirê bi dehan malên Asûriyan hilweşandin
Dagirkeran li Til Temirê bi dehan malên Asûriyan hilweşandin
12 cotmeh, 2021   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 4 rojên borî de êrişên xwe li dijî gundên Asuriyan ên navçeya Til Temirê giran kirine.

Di wêneyên ji gundê Til Şenan ê rojhilatê Til Temirê hatine kişandin de, mezinahiya zirarên ku ji ber topbaranê bi malên sivîlan bûne, diyar dibin.

Di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Til Kefçî, Til Cuma yên bakurê rojavayê Til Temirê û Dirdara yê bakurê Til Temirê topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk di heman roja gundê Til Şenan topbaran kiriye de, goristana şehîdên asurî hedef girt.

10'ê Cotmehê hêzên dagirker li gundê Til Cuma, dibistan, navenda veguhestina kehrebê û goristan kirin hedef.

(fr)

ANHA