'Parastina cewherî bingeha parastina destkeftiyên şoreşê ye'

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê banga xurtkirina parastina cewherî kirin. Şêniyan her wiha diyar kirin ku ev yek tenê bi rêxistinbûna civakê pêkan e.

'Parastina cewherî bingeha parastina destkeftiyên şoreşê ye'
12 cotmeh, 2021   07:25
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Xweparastin, parastina rewa an jî parastina cewherî erkekî pîroz e ku ji her ferdekî di civakê de tê xwestin da ku hebûn û nirxê civaka xwe biparêze. Bêyî xweparastinê dê nasnameya civakê winda bibe. Ji ber vê yekê ji destpêka dîrokê ve gel li hemberî dîktator û mêtîngerên ku armanca wan talankirin, kuştin, asîmîlekirin û qirkirina nasname û nirxan e, parastina xwe kirin.

Di vê çarçoveyê de, şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku parastina cewherî ji bo parastina herêmê pir girîng e. Her wiha bang li her kesî kirin ku xwe bi rêxistin bikin û li hember hemû zehmetiyan bisekinin.

' PARASTINA CEWHERÎ BINGEHA PARASTINA EWLEHIYÊ YE '

Welatiya bi navê Asya Cuma bal kişand ser rola parastina cewherî di civakê de û got: "Parastina cewherî roleke sereke di parastina ewlehiya herêmê de dilîze.  Xweparastin mohrek li dîroka berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrişan da."

Asya Cuma destîşan kir ku bi berdewamiya krîza Sûriyê û gefên derve yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina cewherî roleke sereke li herêmê lîst û wiha pê de çû: "Tevahî êrişên dijmin ên li ser axa Sûriyê û gelê me îspat dike ku divê em bi yek destî hev û du biparêzin. Ev berpirsiyariyek e ku dikeve ser milê her kesî, ji ber vê yekê divê em axa xwe û destkeftiyên xwe biparêzin."

Asya Cuma bal kişand ser girîngiya rola jinan di xweparastinê de û got: "Di êrişên ku bi serê herêmê de hatine herî zêde jin hat hedefgirtin, ji ber ku hêzên dijmin ji rola jinan a di parastina zihniyeta demokratîk de ditirsiyan. " Asya Cuma bang li jinan kir ku di hişyarkirin rêxistinbûna civakî de rolek aktîf bilîzin.

'LI HEMBERÎ ŞERÊ TAYBET DIVÊ XWEPARASTIN HEBE'

Hisên Xalid jî got, şoreşa Rojava bi prensîba xweparastinê pêk hatiye.

Xalid wiha dom kir: "Piştî serkeftinên li hemberî êrişên bi rêbazên cuda, dewleta Tirk ji bo ku vîna me têk bibe siyaseta şerê taybet bikar anî, divê em bi rêya xweparastinê li hember vî şerî bisekinin."

Hisên Xalid destnîşan kir ku hêza herî girîng a serkeftina şoreşa Rojava, rêvebirina gel bi xwe bi rêya komînan e û got: "Li ser vî esasî divê em rêxistina xwe xurt bikin û gelekî têkoşer û şoreşger ku bikaribe xwe biparêzin ava bikin."

(dx)

ANHA