Dayikên aştiyê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, lê PKD`ê nehişt derbas bibin

Dayikên aştiyê yên berê xwe dan dergehê Fîş Xabûr da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û daxwaze cenazeyên şehîd Serdem û Tolhildan bikin, ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin astengkirin. Dayikan li hemberî wê yekê hêrsa xwe nîşan da.

Dayikên aştiyê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, lê PKD`ê nehişt derbas bibin
12 cotmeh, 2021   07:28
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

26 dayikên aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê berê xwe dane dergehê Fîş Xabûr da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û daxwaza radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem nikin yên di kemîneke PDK`ê li herêma Xelîfanê di Tebaxa borî de şehîd bûbûn.

Ajansa me xwe gihand dayikên aştiyê yên li pêşiya pireya Sêmalka kom bûbûn û çûna wan ji aliyê PDK`ê ve hatibû vastengkirin. Xaliye Ehmed ku yek ji wan dayikan bû wiha got: "26 dayikên aştiyê û dayikên şehîdan kom bûne da ku berê xwe bidin dergehê Fîş Xabûr û nameyeke nivîskî bidin wan da ji aliyên pêwendîdar re bişîni. Lê wan nehişt em em derbas bibin bêyî ku naveroka nameyê nas bikin."

Xaliye bi domdarî wiha got: “Piştî me ji wan xwest ku bersiva peyama me ya derbarî radestkirina cenazeyên herdu şehîdan de bidin, wan bersiv neda û gotin tu tişt li gel wan tune ye, ew ne xwediyê biryarê ne û înkar kirin ku cenazeyê şehîdan li gel wan in."

Xaliya di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Em dayikên aştiyê ne. Me di peyama xwe de li pêşiya dergehê Fîş Xabûr diyar kir ku em dayikên aştiyê dê tu carî paşde venegerin û çalakiya xwe dewam bikin heta ku cenazeyan radestî me bikin. Em kiriyarên PDK`ê qebûl nakin. Emê rêya şehîdên xwe bişopînin û em derfetê nadin tu kesî ku bi şehîdên me bilîzin."

Her wiha dayika êzidî ya bi navê Qedîfe Xelef ku ew jî dayikeke aştiyê ye, ev tişt anî ziman: “Em li dergehê Sêmalka kom bûne da ku tev li çalakiya konvedanê bibin heta ku cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan bikin. Dema me berê xwe da dergehê Fîş Xabûr hêzên PDK`ê tu nirx neda dayikên aştiyê."

Qedîfe destnîşan kir ku dayikên aştiyê dê çalakiya xwe li dergehê Sêmalka heta cenazeyê herdu şehîdan bê radestkirin, dê berdewam bikin û wiha pêde çû: "Hêzên PDK`ê înkar kir ku cenazeyê şehîdan li herêma Başûrê Kurdistanê in û îdia kir ku cenaze li gel hêzên Îranê ne."

Dayika Qedîfe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em zêdetirî 3 saetan di bin germahiyê de li pêşiya dergehê Fîş Xabûr sekinîn lê hêzên PDK`ê derfet neda ku dayikên şehîdan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.”

 (bx)

ANHA