ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2021
11 cotmeh, 2021   23:00

- Saziyên sivîl û partiyên syasî yên li Tebqayê merasîmê bîranîna Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef li navnda çandê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Koçberên Serêkaniyê, têkildarî rewşa bajar û dagirkeriyê, panelekê "Qanûnî" bi  beşdarbûna parêzer û hiqûqnasên ji Serêkaniyê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê ji malbatên şehîd Azad Çelê, Amara Cûdî, Xaşi Xilêf û Serdem Cûdî re sersaxiyê dixwazin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya rojava ya bajarê Qamişlo û endamên PYD'ê çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê dewr digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelê Maya got, “Wê nikaribin têkoşîna rêber Ocalan a civakî bi êsîrtiyê rawestînin. Wê gel têkoşînê berdewam bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa da zanîn ku Erdogan berpirsê sûcên şer ên li Sûriyê  ye û got: "Bêyî darizandina Erdogan tu wateya qanûnên navneteweyî tune ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Dilîşan û şehîd Hogir di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe da. Hevrêyên her du şehîdan soza şopandina rêça wan da  û gotin cihê ku zulm lê hebe dê kamereyên Dilîşan û Hogir li wir bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û lêkolînerê misirî Muhsin Ewedellah got, armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku herêmên nû tev li xwe bike, nasnameya sûrî û kurdî li herêmê tune bike û weke Lîwa Îskenderon referandumê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên bajarê Qamişlo da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî li hemû welatên cîhanê qedexe ye û ev pirs kirin; gelo tenê bikaranîna wan çekan ji bo dewleta Tirk a dagirker ne qedexe ye?! (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan ku nehiştin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da cenazeyê şehîd Tolhildan û Serdem werbigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-9`ê Cotmehê salvegera 2`yemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê bû. Di van du salan de dagirkeriyê û çeteyên pê re sûcên şer pêk anîn ku rêxistinên navneteweyî û gelek raporên çapemeniyê belge kirin.

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê banga xurtkirina parastina cewherî kirin. Şêniyên Tirbespiyê her wiha diyar kirin ku ev yek tenê bi rêxistinbûna civakê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariyên navçeyên Çil Axa û Girkê Legê piştî bidawîbûna projeyên sererastkirina rêyên xirab û xetên kanalîzasyonê, ji bo demsala zivistanê xwe amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA