Hevserokê Kampa Waşûkanî: Mana koçberan berxwedan bi xwe ye

Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî got, mana koçberan li kampê tevî astengiyan bi xwe berxwedanek ta ku vegerên warên xwe.

Hevserokê Kampa Waşûkanî: Mana koçberan berxwedan bi xwe ye
9 cotmeh, 2021   00:41
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di encamên êrişên hovane de ku 9’ê Cotmeha 2019’an dabûn destpêkirin herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Ji ber êrişan zêdetirî 150 hezar şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê koçber bûn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên rojane berdewam dikin da ku şêniyên mane neçarî koçberiyê bikin û di encamê de çanda herêmê, şaristanî û demografiya wê biguherin.

/kr/uploads/files/2021/10/08/200507_-1.webp

Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî got, beriya Serêkaniyê were dagirkirin, pêkhateyên wê bi aramî û aştiya navxweyî dijiyan û wiha domand: "Tevahî şêniyên bajêr û gundewarên wê bi rêya meclis û saziyan karûbarên xwe li gorî pransîbên biratiya gelan, jiyana hevbeş û neteweya demokratîk a ku xwe dispêre ramanê rêber Abdullah Ocalan bi rê ve dibirin".

‛DAGIRKER HERÊMÊN KU PÊKHATEYÊN WÊ XWE BI RÊVE DIBIN DIKIN HEDEF'

Ela Elî destnîşan kir ku dagirker herêmên ewle yên ku pêkhateyên wê xwe bi rê ve dibin, projeya demokratîk û biratiya gelan hedef digirin û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê hemû cûre sûc mîna talankirin, dizî, qetilkirin, destdirêjî, revandin, îşekcekirina li girtîgehan, polîtîkayên tirkkirin û guhertina demografîk didomînin."

Elî anî ziman ku dewleta Tirk piştî ku herêm dagir kir yekser dibistan ji bo perwerdekirina zarkokan bi zimanê tirkî vekirin, pereyê tirkî derbasî herêmê kir û derfet li pêşiya çeteyan vekir ku malbatên xwe li şûna şêniyên resen bi cih bikin.

‛KOÇBER MECLIS Û KOMÎNAN AVA DIKIN’

Piştî koçberkirina bi hezaran sivîl ber bi Hesekê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lez kamp ji koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê re ava kirin.

Rêveberiya Xweser rûbereke bi qasî 600 donim li bajarokê Tiwênê yê 12 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Hesekê veqetand û kamp lê ava kir. Di kampê de nêzî 2 hezar û 378 malbat anku nêzî 14 hezar û 572 kes hene.

Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê vîn û berxwedana şêniyên Serêkaniyê lawaz nekir, lê hêz û israra wan a vegerê tevî rewşên koçberiyê yên dijwar jî xurt kir. Şêniyan meclis û komînên xwe li kampa Waşûkanî ava kirin da ku heta vegera li warên xwe karûbarên xwe bi rê ve bibin.

Li ser mana koçberan di kampan de tevî zehmetiyan, Elî ev tişt got: "Mana koçberan li kampan nîşaneya berxwedan û israr vegera li malên xwe ye."

Hevserokê Kampa Waşûkanî Ela Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê koçber berxwedana xwe heta rizgarkirina xaka xwe berdewam bikin. Mana wan bi xwe berxwedanek e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/txcu9m_-p-A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>