Berdevkê QSD:  Rizgarkirina herêmên dagirkirî dozeke em ê dev jê bernedin

Berdevkê QSD`ê diyar kir ku herêmên dagirkirî bûne jêdera terorê û heta ku hesab ji dagirkeran neyê xwestin dê rewş xirabtir bibe. Her wiha destnîşan kir ku rizgarkirina van herêman dozeke ku ew ê dev jê bernedin

Berdevkê QSD:  Rizgarkirina herêmên dagirkirî dozeke em ê dev jê bernedin
8 cotmeh, 2021   23:38
HESEKÊ-DIYAR EHMED

9`ê Cotmehê salvegera duyemîn a dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye. Di encamê de zêdetirî 300 hezar sivîl ji niştecihên herêmê yên resen koçber bûn.

Bi vê boneyê berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Henna behsa sûcên dagirkeriyê kir û erkên ku divê pêk bînin da ku herêmên dagirkerî rizgar bikin destnîşan kir.0

Aram Henna dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got: “Ev salvager ji bo me QSD`ê bîranîneke bi êş e. Ji ber ku me ew herêmê berê ji DAIŞ`ê rizgar kiribûn û di oxira rizgarkirinê de me gelek berdêlên giran dan.”

Henna wiha domand: “Mixabin îro li wan herêmên ku careke din hatin dagirkirin, heman pirsgirêk û xeteriya terorê heye. Tê de tevgera terorê zêde dibin. Ji ber wê em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta ku ew herêm bi giştî rizgar dibin û şêniyên wê lê vedigerin.”

'REWŞ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIŞIBIN HEV'

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên ku li Efrînê pêk anîne û hîna pêk tînin, bi rêya heman çeteyan lê di bin navên cuda de li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî dûbare dikin. Ji ber ku wek komên terorîst hatine sinifandin.

Henna got: “Rewşa li Serêkaniyê û Girê Spî dişibe ya Efrînê û herêmên din ên dagirkirî. Îro jî em ji xwe pirs dikin çima Efrîn ji kurdên xwe û Serêkaniyê ji pêkhateyên xwe yên Kurd û Ereb û xiristiyan vala bûne?”

Henna îşaret pê kir ku artêşa Tirk li herêmên dagirkirî siyaseta koçberkirina sivîlên resen, revandina wan û tirsandina wan dimeşîne ku bandor li şêniyên mayî dikin. Dagirkeran mal û milkên sivîlan destser dikin, wan jê derdixin û dikin baregeh.

'BAKUR Û ROJAVAYÊ SÛRIYÊ JÊDERA TEROR Û HAWÎRDORA TEVGERA WAN E'

Berdevkê fermî yê QSD`ê Aram Henna got: “Teqez em ê li hemberî terorê bisekinin mîna ku berê em li hemberê sekinîn. Mîna salên borî, xeteriya terorê niha jî li bakur û rojava ye. Sala 2014`an dewleta Tirk a dagirker alîkariya rêxistinên terorîst ên li Serêkaniyê kir. Piştre li Kobanê, DAIŞ`ê ji bo derbaskirina ceblixaneyê sînorên Tirkiyê jê re vekirî bûn û birîndarên xwe di nexweşxaneyên Tirkiyê de dermand kirin.”

Piştî ku dewleta Tirk nikarî herêmê kontrol bike, vê carê şaneyên veşartî û çeteyên DAIŞ`ê bi kar anîn da ku ewlehiya herêmê têk bibe û raya giştî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxe.

Aram Henna di vê çarçoveyê de got: “Hêzên me çalakiyên şaneyên veşartî yên çeteyan têk birin. Herî dawî li Reqayê operasyoneke mezin li dar xist. Di encama lêpirsînan de çeteyan li xwe mikur hatin ku wan bi rêya herêmên dagirkirî madeyên teqemenî derbasî herêmên me kirine. Em piştrast dikin ku herêmên dagirkirî ji bo çeteyan û terorîstan bûne hawîrdoreke guncew, lê hesab ji kesekî nayê xwestin.”

'HEKE HESAB NEYÊ XWESTIN WÊ REWŞ ALOZTIR BIBE'

Derbarê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne de Henna got: “Çeteyan gelek sûc li dijî şêniyên resen pêk anîn, milkên wan desteser kirin, şênî dan koçberkirin, sivîl di nav de jin û zarok revandin. Rojane tade li rûspiyan dikin. Ev hemû nîşaneya vegera terorê didin.”

Rêveberiya Amerîkayê çeteyên Ehrar El-Şerqiye kiribû lîsteya terorê, lê ruxmî wê jî ev kom sûcan li herêmên dagirkirî di sêrî de li Serêkaniyê û Efrînê berdewam dikin.

Henna di vî warî de got: “Xistina gelek serçeteyên komên Ehrar El-Şerqiye di nava lîsteyên terorê de tiştek erênî ye. Lê divê hesab ji çeteyan were xwestin ji ber ku heke wisa nebe û sûcên wan neyên rawestandin, wê rewş li herêmên dagirkirî xetertir bibe.”

'TÊKILIYÊN ME BI GELEK DEWLETAN RE HENE Û EM LI SER ASTA DÎPLOMATÎK KAR DIKIN'

Têkildarî gavên ku QSD`ê di du salên derbasbûyî de avêtine Henna go: “Têkiliyên me bi gelek aliyên navneteweyî re hene û ew baş in. Me ji wan re dateyên binpêkirinên ku pêk tên û agahiyên ku ji herêmên dagirkirî tên bidestxistinragihandin.”

Berdevkê QSD'ê bal kişand ser xebatên MSD'ê  û wiha pê de çû: “Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) xebateke hêje dimeşîne û ji rêveberiyên Amerîka û Rûsyayê re behsa binpêkirinên li herêmên dagirkirî kir. QSD`ê jî hewl dide ewlehiyê li eniyên şer dabîn bike û herêmên dagirkirî rizgar bike.”

DOZEKE NAVENDÎ YE

Girêdayî helwestên QSD`ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî berdevkê QSD`ê Aram Henna got: “Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî em xwedî hêz û vîn in. Rizgarkirina Serêkaniyê, Cerablus, Girê Spî, Bab, Efrînê û hemû herêmên dagirkirî, doza me ya sereke ya û em dev jê bernadin. Em soz didin şêniyên herêmên xwe yên dagirkirî ku em ê teqez vegerin warên xwe.”

Têkildarî îhtîmala hebûna pêngavên rizgarkirina herêmên dagirkirî Aram Henna wiha got: “Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî her tişt gengaz e. Em lidarxistina operasyoneke leşkerî ji bo rizgarkirina wan herêman dûr nabînin. Ji bo vê yekê em ê hawîrdoreke dîplomatîk a guncew peyda bikin. Em teqez dikin ku zû an dereng be em vegerin warên xwe.”

Di dawiyê de Berdevkê QSD'ê Aram Henna got: “Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriya hêzên me bidomînin. Ji ber ku ev hêz hêviya yekane ya rizgarkirina herêmê ye. Em ji wan re piştrast dikin ku em ê bi saya berxwedan û piştgiriya gelê me vegerin wan herêman.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PmSJyacUEmM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>