Zubeyde Zumrut: Divê gelê Kurd hesab ji PDK'ê bixwaze

Zubeyde Zumrut diyar kir ku PDK ji bo berjewendiyên xwe Başûrê Kurdistanê li ber dewleta Tirk a dagirker vekiriye û got divê gelê Kurd ji PDK'ê hesab bixwaze.

Zubeyde Zumrut: Divê gelê Kurd hesab ji PDK'ê bixwaze
9 cotmeh, 2021   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ 

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li hember berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Başûrê Kurdistanê de bi pêş neket, hewl dide bi desteka PDK'ê li Avaşîn, Zê û Metînayê bi pêş ve biçe. Li aliyekî din gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK'ê ya li hemberî gerîla, li her derê dengê xwe bilind dike.

Herî dawî HPG’ê ragihandibû ku 7 gerîla li Xelîfanê li ser ava Zê rastî êrişa PDK'ê hatine û bêyî hişyariyekê bidin ji her çar aliyan ve rasterast hatine gulebarankirin.

Siyasetmedara Kurd Zubeyde Zumrut helwesta PDK'ê û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûr nirxandin û got: "Ne rast e ku mirov ji kiryarên PDK’ê re bibêje birakujî. Ya ku PDK dike, xiyaneta li gelê Kurd e."  

Zubeyde Zumrut diyar ku xiyaneta PDK'ê ne nû ye û PDK her cara ku dewleta Tirk di tengasiyê de bimîne, xiyanetê dike û wiha dewam kir:  "Ji kêliya destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li hemberî Başûr ve, PDK bi hevkariya dagirkeran tev geriya. Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare vê êrişê bike. Li pişt vê biryarê     NATO, Îran û hwd hebûn. Di vê êrişê de rola serke dan PDK’ê.” 

'HEKE XIYANETA PDK NEBE, DEWLETA TIRK DÊ LI WAN ÇIYAYAN TARÛMAR BIBE'  

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku gerîla li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedaneke mezin didomîne û got:  "Gerîla di vê pêvajoyê de careke din bi xiyaneta PDK'ê re rû bi rû ma. Ev qet nayê qebûlkirin. Heke PDK destûrê nede, heke li ber dewleta Tirk nemeşe, dê dewleta Tirk li wan çiyayan tarûmar bibe. Ev yek bi rastî jî ji gelê Kurd re bûye acizî."

Zubeyde Zumrut got dewleta Tirk di demen dawîn de li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha axivî: "Li Helebçeyê li dijî Kurdan çekên kîmyewî hatin bikaranîn û Kurdan bûyerên li Helebçeyê ji bîr nekirin. Li Helebê 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qetil kirin. Îro jî dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. PDK di vê êrişa dewleta Tirk de roleke hevpar dilîze û deriyên Başûr li ber faşîstan vedike.”

'PDK JI FIKRA TEVGERA AZADIYÊ DITIRSE' 

Zubeyde Zumrut di berdewama axaftina xwe de got PDK Kurdên xwe yên ku xizmeta dewleta Tirk dikin, afirandine û wiha şîrove kir: “PDK ji ber ku ditirse ku fikir û felsefeya rêber Apo û tevgera azadiya Kurd li cîhanê belav bibe, ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd çi ji destê wê tê, dike. Gelê Kurd êdî ne yê 40 sal berê ye. Gelê Kurd êdî xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve. Îro jî dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK'ê van destkeftiyan ji holê rake. Îro li çiyayên Başûr bêyî gerîla, temenê PDK’ê û malbata Barzanî li ber çavê dewleta Tirk tenê 24 saet e. Îro gerîla ji bo parastina her çar parçeyên Kurdistanê şer dike."

Zubeyde Zumrut got: "Dewleta Tirk a dijminê mirovahiyê, bi destûra PDK’ê xweza û çanda Başûr talan dike. Di siyaseta PDK'ê de parastina Başûrê Kurdistanê ji mêtingeran û talankirina wan, nîn e. PDK'ê ji bo van hemûyan tenê hincetek jî nişan neda, ji ber ku di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker de bi dehan cih hatin bombekirin, şewitandin û mirov bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin. PDK ji bo tunekirina tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd her tiştî dide ber çavan, tenê berjewendiyên xwe dixwaze.”  

'NE ŞERÊ BIRAKUJIYÊ YE, XIYANET E'  

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku tu carî nayê qebûlkirin ku PDK beşdarî şehîdxistina 5 gerîla û birîndarkirina gerîlayekî li Xelîfan bibe û destnîşan kir: "Îro şerê birakujiyê nîn e, xiyanet û xizmeta ji dijmin re heye. Kes nikare vê wek şerê birakujiyê şîrove bike. Em dizanin ku di nava PDK'ê de hin kes hene ku ji rewşa ku PDK di nav de ye, aciz in. Divê helwesta PDK'ê di zûtirîn demê de rexne bikin û ji bo ku PDK'ê ji xeta îxanetê derxin, bixebitin. Divê tu PDK'yî komkujiya gerîla qebûl nekin. Mesûd Barzanî carekê digot heta ez hebim dê bi Kurdan re şer neyê kirin. Divê êrişa îro tavilê rave bike û soza xwe bi cih bîne. Divê PDK bizane ku piştî vê demê xizmetê ji kê re dike. Di şehîdxistina zarokên gelê Kurd de rola xwe dilîzin. Ne wijdan û ne jî exlaq vê qebûl dike. PDK dê di dema pêş de çawa derkeve pêşberî gelê Kurd? Heke PDK di vê pêvajoyê de neyê ser hişê xwe, dê ji bo gelek tiştan dereng bimîne."  

Siyasetmedar Zubeyde Zumrut provokasyona PDK'ê ya bi şandina hêzan ji Şengalê re jî nirxand û got: "Şengal ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Şengal xwedî xweseriyeke xwe y e. PDK bi tesfiyekirina vê xweseriyê re dixwaze vîna gelê Şengalê bişikîne. Gelê Şengalê êdî naxwaze ferman çêbin û ji bo vê jî xweparastinê pêk tînin. Zarokên Şengalê îro li dijî hemû êrişan xwe diparêzin. Hêzên PDK'ê yên duh Şengal teslîmî çeteyên DAIŞ'ê kir, îro dixwazin Şengalê dagir bikin. Gelê Şengalê qebûl nake, li ber xwe dide. Di salvegera komploya 23 salan a li dijî rêber Ocalan de, ji nû ve bicihkirina desthilata PDK'ê li Şengalê, nîşan dide ku komplo ji aliyê PDK'ê ve dewam dike. Ev peymana di navbera PDK, dewleta Tirk a faşîst û    hikumeta Iraqê de, ji bo valakirina Şengalê ye. Li hemberî vê yekê divê gelê me li her derê nîşan bide ku li cem gelê Şengalê ye."

'DIVÊ PDK DEV JI XIYANETÊ BERDE'

Her wiha Zubeyde Zumrut diyar kir ku tevgera azadiyê ya Kurd hê jî li dijî hemû êrişên PDK'ê daxuyaniyên baldar dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem tevgera azadiyê ya Kurd û hem jî gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê bang kir ku PDK dev ji vê helwesta xwe ya xayîntiyê berde. Divê PDK li ber gelê Kurd şefaf be û dev ji vê xiyanetê berde. Kesên xwedî wijdan divê bipirsin bê ka çima PDK xayîn. Ev polîtîka xizmetê ji xurtkirina mêtingeran dike û dibe sedema komkujiyên li hemebr Kurdan."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QuxXE2wq77E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>