​​​​​​​‛Hilbijartina Şêx Semîr Derwîş garantiya pêşeroja êzidiyan e’

Êzidiyên navçeya Tirbespiyê got hilbijartina namzetê PADÊ’yê dê rê li pêş komkujiyên din ên li dijî êzidiyan bigire, her wiha da zanîn ku divê êzidiyên li Iraqê nûnerê xwe hilbijêrin û mafên xwe misoger bikin.

​​​​​​​‛Hilbijartina Şêx Semîr Derwîş garantiya pêşeroja êzidiyan e’
7 cotmeh, 2021   03:09
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Dê di 10’ê vê Cotmehê de hilbijartinên parlamentoya Iraqê li dar kevin.

Êzidî di van hilbijartinan de bi namzetê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Şêx Semîr Derwîş beşdar dibe. Her wiha Derwîş bernameya xwe ya hilbijartinan pêşkêş kir ku tê de misogeriya mafên civaka êzidî û piştevaniya Rêveberiya Xweser heye.

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştevaniya xwe ji vîna êzidiyên li Iraqê re nîşan da û da zanîn ku ew bawer in ku civaka êzidî ya li Iraqê gihaştiye asta zanabûnê ku bikare pêşeroja xwe hilbijêre.

Girêdayî vê yekê, şêniyên êzidî yên ji navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo ya Herêma Cizîrê siyasetên ku rejîmên li ser êzidiyan pêk dianîn hişt ku êzidî bê vîn bin û bêyî nûnerekî rastîn ku mafên wan misoger bike bimîne.

Şêniyên Tirbespiyê piştgiriya xwe ji namzetê PADÊ’yê re nîşan da û diyar kir ku ew dikare xizmetê civaka êzidî bike.

‛DIVÊ ÊZIDÎ PIŞTEVANÊ NÛNERÊ XWE BIKIN Û VÎNA XWE BIPARÊZIN’

Şêniyê bi navê Barzan Silo yê ji Tirbespiyê da zanîn ku civaka êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek komkujî û qetilkirinan hat, herî dawî jî di 2014’an de li Şengalê dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê û qetilkirina bi hezaran êzidî, revandina jin û zarokan bû.

Silo wiha got: “Divê êzidî piştevanê nûnerê xwe bikin û vîna xwe biparêzin, ji ber dibe garantiya pêşeroja wan.”

Silo wiha lê zêde kir: “Divê em tevahî bibin piştevanê kesên ximzetî êzdiyan dikin.”

‛DENDAYÎNA ÊZIDIYAN Û SERKETINA ŞÊX SEMÎR BERSIVDANA LI DIJÎ TEVAHÎ KOMKUJIYAN E’

Barzan Silo da zanîn ku serketina Şêx Semîr û gihaştina parlamentoyê dê li hember komkujî û revandina jinan bibe bersiveke mezin.

Her wiha bang li êzidiyên li Iraqê kir ku berê xwe bidin sendoqên hilbijartinên û dengê xwe bidin nûnerê xwe.

Li aliyekî din jî êzidiyê bi navê Welat Zerdeştî yê ji kantona Efrînê ku li Tirbespiyê bi cih bûye, got siyaseta li Iraqê êzidî paşguh kir û dê ev hilbijartin pêşeroja Şengalê diyar bike.

‛DIVÊ EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN Û SIYASETA XWE YA TAYBET BIMEŞÎNIN KU PÊŞWEROJÊ BAŞ PÊK BÎNIN’

Zerdeştî ev tişt got: “Gele tecrûbeyên ku êzidî tê re derbas bûne hene û her tim dengê wan dihat dizîn û sozên ji wan re dihatin dayîn pêk nedihatin.”

Zerdeştî wiha lê zêde kir: “Divê em xwe bi rê xistin û siyaseta xwe ya taybet bimeşînin ku civaka xwe biparêzin û bizanibin kî dikare nûnertî û xizmetî me bike.”

‛EM BI RÊXISTINA ÊZIYAN A LI ŞENGALÊ SERBILIND IN’

Welat Zerdeştî wiha berdewam kir: “Em êzidiyên Rojava bi rêxistina êzidiyên Şengalê serbilind in, lê belê pêdiviya wê yekê bi zanabûn û rêxistineke ji tevahî aliyan heye, her wiha pêdivî bi parastina destkeftiyan heye.”

Zerdeştî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelek namzetên din hene û tevahî soza alîkariyê û dabînkirina pêşerojeke baş didin, lê di vir de divê em bizanin ku kî rast e û divê soz jî li ser erdê pêk werin.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3RHHcsJyxIw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>