Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê dem dema Azadiyê ye

Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê dem dema Azadiyê ye
7 cotmeh, 2021   00:26

Halil CEMAL

Destpêka Şerê Kendavê yê yekemîn heya roja îro di cîhanê de û taybet herêma me Rojhilata Navîn di nav şerê cîhanî de ye. Her çiqas sedemê xwe ji berê bigire jî çi dibe bila bibe divê pirsgirêkên ku di dîrokê de û heya niha tên jiyankirin û pêşketinên derdikeve holê li gor vê rastiyê bigirin dest.

Welatên Yekitiya Komara Sosyalîst a Sovyetan (SSCB) û Peymana Varşovayê piştî ku bi pergala kapîtalîzmê re bûn yek û rewiştê xwe winda kirin, li seranserê cîhanê pêla bêhêvîtiyeke giştî pêş xistin û bi dêrûniya ku hatibû belavkirin xwestin bêhna gel biçikînin. Di vê wateyê de bê miriniya kapîtalîzmê hatibû ragihandin.

Li hember vê pêla şerê taybet a ku di sala 1989’an de dest pê kir, Rêber APO û Tevgera Azadiyê ji xwe re esas girt ku bi pêngavên nû bersivê bide pêvajoyê. Di cîhanê giştî hêzên çep, sosyalîst, komunîst û demokrat ketibûn nava helwestên îlankirina serkeftina kapîtalîzmê. Di vê pêvajoyê de Rêber APO bi dirûşmeya ‘Sosyalîzmê de Îsrarkirin, Mirovbûnê de Îsrarbûn e’ diyar kir ku sosyalîzm ji bo rizgarkirina mirovahiyê rêyekî sereke ye û careke din li cîhanê deng veda. Her wiha Rêbertî got “ Hêvî ji Serkeftinê bi Nirxtir e” li hember hezên dijî pergalê û mirovahiyê re peyama “her çi dibe bila bibe hêviyên xwe biparêzin” da. Ev seknekî li dijî kapîtalîzmê bû. Bi vî awayî serdemê ku pêkhateyên komunîst heya îslamgiran, ji demokrat heya anarşîstan, ji femînîst heya hawîrdorparêzan ji kapîtalîzmê re îman dikirin û derketinek bi vî rengî bû sedema hêzên kapîtalîst yê gerdûnî berê xwe bidin li ser Rêbertî û Tevgera Azadiyê.  

Ji ber vê sedemê, bi Şerê Kendavê re, êrîşên herî nehênî û vekirî ne tenê li ser herêmê di heman demê de li ser Tevgera Azadiya Kurd û Rêbertiyê jî zêdetir bûn.

 

Li Bakurê Kurdistanê li hember gel û gerîla êrîşên kontra hate belavkirin. Saziyên şerê taybet hatin aktîvkirin û li dijî tevgera azadiyê û gerîla êrîşek dijwar hate kirin. Dema ku hilweşîna sosyalîzmê li cîhanê hat îlankirin, ji bo pêşîgirtina li Rêber APO li Kurdistanê, hemû saziyên şerê taybet ketin tevgerê. Hizbul Kontra li Bakur û tevgera azadiyê ya PDK li Başûr ketin pozîsyona şerê vekirî. Ev hemû êrîşeke tunekirinê bû. Yanî di şexsê tevgera Azadiyê û Rêbertiyê de ew berdewamiya siyaseta înkar û tunekirinê ya li dijî Kurdan bû. Li hemberî vê pêla êrîşan a bi pêşengiya NATO û bi taybetî DYA/lsraîl, Rêber APO û Tevgera Azadiyê li ser bingeha rêxistinbûna têkoşîna demokratîk-hiqûqî, ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Tirkiye’yê tevgereke rêxistinî ya berfireh dan destpêkirin. Tevgera Apocitî ji aliyekî ve bi şerê çekdarî û ji aliyekî din ve bi têkoşîna legal/demokratîk bersiv da pêvajoyê, pêvajoya agirbestê da destpêkirin, ev jî bi termê Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Turgut Ozal re rê li ber nîqaşên pêvajoya çareseriyê û riya pêvajoya agirbestê vekir. Yanî Rêbertî û Tevgera Azadiyê êrîşên îmhakirinê yên di bin şert û mercên şerê cîhanî yê seyemîn de hatin kirin îmhabûn û tengbûn bidin aliyekî bi pêngavekî re bersiv da. Serhildanên gel, çalakiyên bi bandor ên gerîla û xebata dîplomatîk di vê pêvajoyê de bûn şêwazên sereke yên çalakiyê. Li ser vê bingehê, ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê jî pêvajoyeke pêngavî  ya giştî ketiye dewrê.
 
Li hember van geşedanan, dijmin û hêzên cîhanî yên li pişt wan pêvajoya hesabpirsîna navxweyî û komployan, bi taybetî di nava Komara Tirkiyeyê de dan destpêkirin. Derdorên ku çareseriya azadiya Kurd dîtin, bi taybetî jî Ozal, bi komployên cuda hatin tasfiyekirin. Bi darbeya duyemîn, ku dewama darbeya 12 Îlonê bû, hukûmetek ku ji aliyê çeteyên wek Çiller/Gureş û Agar ve hatibû avakirin, anîn ser desthilatdariyê. Suleyman Demirel bû Serok Komar. Bi vê hêza desthilatiya nû ava bûyî, gelê Kurdistanê û gerîla ji pêleke nû ya êrîşan re rû bi rû man. Bi hezaran gund hatin valakirin. Bi milyonan Kurd mecbûr man ku malên xwe biterikînin û bûn penaber. Li gel van êrîşan, bi îşkence û sûcên şer re, Rêbertî jî bi vî rengî bû armanca fizîkî. Hêzên ku ji êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya 6'ê Gulana 1996'an a li Şamê encamek bi dest nexistin, dest bi zêdekirina zextên li ser gerîla kirin. Heman demê bi êrîşên ku bi piştgiriya teknîkî ya ku ji hêla Îsraîlê ve hatî kirin, PDK her dem di pozîsyona êrişkirina li hember gerîla de hiştin. Dema ku Rêber Abdullah Ocalan pêngavên ku pûçkirina van hemû êrîşan pêşxist, çalakiya xwedîderketina   Rêbertiyê ya gerîlaya ARGK’ê Zeynep Kinacî (Zîlan) li Dêrsimê hêzek nû da têkoşînê.

Vê helwesta Rêbertiyê, bi taybetî jî gerîla û gelê Kurd, ku têkoşîn leztir kir, dijmin û hêzên cîhanî, bi taybetî Komara Tirk a faşîst-dagirker, ber bi lêgerîneke nû ve bir. Li ser bingeha vê lêgerînê, serokên PDK û YNK li Washington anîn cem hev. Di çarçoveya biryara ku li vir hate girtin de, Rêbertî rasterast ji bo serketina teqez a înkar û tinekirinê ya li ser Kurdan û avakirina nîzameke nû ya cîhanê li herêmê bû hedef. Berî her tiştî, Komara Tirk a Faşîst hemû hêzên xwe seferber kir û hevalbendên xwe bi xwe re bir. Piştî ku rêveberiya Hafiz Esed hem bi vî rengî hem di bin zexta leşkerî û hem jî dîplomatîk de hat xistin, Rêbertî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket û pêvajoya ber bi 15'ê Sibatê ve dest pê kir.

Pêşketina vê pêvajoyê, bi beşdariya dewletan an derdorên ku heta wê demê xwe wek dost didan nîşandan, rasterast bi helwesta îdeolojîk-siyasî/rêxistinî ya Rêber APO û Tevgera Azadiyê ve girêdayî ye.

Sekneke bi vî awayî du prensîbên xwe yê bingehîn hene. Ji vana ya yekem;

 

Ew siyaseta înkar û îmhayê ye ku hêzên serdest ên cîhanî û herêmî li dijî Kurdistanê û rastiya Kurd dimeşînin. Ev polîtîka ji şerê dabeşkirinê ya ku ji destpêka sedsala 20’an vir ve hatî pêşve xistin nayê qut kirin. Dema ku cîhan di destpêka salên 1900’an de ket pêvajoya Yekemîn Parvekirinê, ji bo Kurdistan û Kurdan jî kefen û gor hatin kolandin. Komkujiyên Ermenî û Asûriyan ku yek ji mezintirîn qirkirinên dîrokê ye, tê wateya amadekariyên qirkirina Kurdan jî. Di dema şer de jî, bi giranî di navbera Frensî û Îngilîzan de (Rêveberiya Bolşevîkan, ku ji ber Şoreşa Cotmehê hat damezrandin, ji vê peymana ku Çarlixê jî tê de bû vekişiya û ew eşkere kir.) Bi peymana Skyes-Picot, pêvajoya înkar-îmhayê ya Kurd û Kurdistanê dest pê kiribû. Bi peymanên Lozanê û Mûsilê yên ku paşê bi Komara Tirkî re hatin kirin, jenosîda Kurdan bi awayekî fermî û pratîkî ket meriyetê.
Rêbertî û şoreşgerên Kurdistanê bi nepejirandina van peyman û kirinan, bi hêzên pergalê yên Cîhanî û Herêmî re rû bi rû man. Mirina Kurdan, ji qebulkirina gora wan aliyekî, wisa kir ku karibe jiyana azad a mirovahiyê bi rê ve bibe.
Ya duyemîn, di bin pêşengiya Rêber APO û şoreşgerên Kurdistanê de, Kurdan dest bi tekoşîna Nîzama Cîhanî ya Nû kir, ku li ser bingeha kapîtalîzm, dagirkeriyê û her cure bertek dihate mebest kirin. Çawa ku projeya Rojhilata Navîn a demokratîk a bi pêşengiya şoreşa Kurdistanê li dijî vê nîzama cîhanî ya navenda wê Rojhilata Navîn e, bandora xwe ji Bakur heta Rojava û ji wir jî ber bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ve kir, hemû hêzên hegemonîk ên cîhanî û herêmî bi hev re ketin tevgerê.

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi vî rengî pêk hat. Pergala kapîtalîst, di şexsê Rêber APO de, Komploya 9’ê Cotmehê ya ji bo tasfiyekirina alternatîfa Sosyalîst a Demokratîk ku dikare li hember wî pêş bikeve, organîze kir. Ji bo vê yekê, pêşî "dostên derewîn" seferber kir. Ji bo serketina teqez a komployê, bi bandorî "Hevaltiya kêm" a ku ji destpêkê ve hebû bikar anî.

 

Yek ji armanca komployê parastina berjewendiyên pergala kapîtalîst û rakirina xetereya sereke ya domandina serdestiya cîhanê bû. Ji bo vê yekê şerê Kurd/Tirk pêwîst bû, ku li gorî serketina Komployê dihat pêşbînîkirin. Tenê di encama şerekî wiha de dikare dînamîkên bingehîn ên gelên herêmê bikeve bin kontrolê. Rêbertî li İmraliyê, bi parazname û perspektîfên xwe yên peryodîk, pêşî li şerekî wiha girt û bi paradîgmaya nû ya ku pêş ket, hemû astengiyên li ser bingeha azadiyê jî ji holê rakir. Bi gotineke din, paradîgmaya nû tê wateya şoreşa zîhniyetê. Ev destnîşankirina pêşengtiyên nû, rêxistinên nû û rêbazên têkoşînê yên dewlemend bû. Bi vê paradîgmaya nû re rêxistin û çalakiyên ku bi sînoran re dihat mahkumkirin qadekî bê sînor de tevgerandinê ava kir. Cîhan û serdem bi vê paradîgmaya ku di dogmaya sosyalîzma reel de hatibû paqij kirin, ji nû ve dihate şîrove kirin.
Bi vê paradîgmaya ku pêwîst bû li dijî her cure yekdestdarî û dîktatoran be, pîvanek nû ji têkilî û tifaqên stratejîk-taktîkî re hat dayîn.

Bi gotineke din, bi vê perspektîfa nû, Rêbertî ji destpêkê ve Komplo pûç kir. Piştî wê, ya girîng ew bû ku Apociyan ev perspektîf bi rêxistin û çalakiyê ku li ser bingehên rast anîna cem hev bû. Tevî gelek kêmasiyên wê, gavên rêxistinî û xebatê yên di vî warî de hatin avêtin, serketina komployê gelekî asteng kir. Rastiya ku gerîla û gel bi hevalên xwe re, ne tenê ji aliyê ruhî ve di heman demê de ji aliyê bîrdozî û siyasî ve jî dilsozê Rêberê xwe bûn, dijmin ber bi lêgerînên cuda ve dehf da.

 

Îro, hem hêzên cîhanî hem jî hêzên dagirker ên herêmî li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat ji bo tesfiyekirina Rêber APO û Tevgera APOCÎ êrîşên nû plan dikin û pêkanînan pêş dixin. Rêbertî bi awayekî sîstematîk û xurtkirî di tecrîdê de tê ragirtin da ku ev plansazî û pêkanîn encam bigire.
Yek ji stûnên herî girîng ên vê feraseta êrîşê, êrîşên li dijî gerîla bêyî dudilî kirina hemû sûcan e. Li gel hêza ku gel û heval ji Rêbertî distînin, di têkoşîna moral de ya ku ji gerîla û têkoşîna wê werdigirin, temînata berdewamiyê ye. Ji ber vê yekê ye ku serekên dewleta Tirk a faşîst di derbarê gerîla de tim agahiyên çewt belav dikin. Ew agahdariya îstatîstîkî dide destnîşan dike ku gerîla her dem hêza xwe winda dike. Çawa ku îro li Başûr tê dîtin, ew bi gerîna PDK û çeteyên girêdayî wî, bi bikaranîna çekên kîmyewî û her cure teknîkê êrîşî gerîla dike.

Êrîşa herî berfireh a sedsala borî li dijî gelê me yê ku tevî hemû zilm û îşkenceyan dev ji têkoşînê xwe bernade, bi hêza ku ji rêbertî û gerîla digire, tê kirin. Tê xwestin ku bi van êrîşan vîna gelê me were şikandin û êdî ew wekî Kurdên Azad jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê sedemê, her cure êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî kûrtir dibin.

Tevî van hemû êrîşan, derketina rastiya gel a ku ne tenê nirxên afirandî diparêze û pêş dixe, di heman demê de dostên xwe zêde dike, dijmin hovtir dike. Hêzên hegemonîk ên gerdûnî û herêmî, yên ku nekarîn Nîzama Cîhanî ya Nû di çarçoweya van hemî geşedanan de saz bikin, niha di çarçoveya Projeya Berfirehkirî ya Rojhilata Navîn de siyaset û pratîkan pêş dixin.

Ji bo ku pêvajoya komployê bi ser bikeve plan û kiryarên nû tînin rojevê.

Tê dîtin ku di çarçoveya van plan û kiryarên nû de zêdetir rol ji xayînan re têne danîn. Ji ber vê sedemê, ji bo zêdekirina hejmara xayinan, bi her cure rê û rêbazan hewl tê dayîn. Bêyî ku rastiya PDK û ENKS di vê komploya serdema nû de neyê destgirtin, di tekoşîna azadî û demokrasiyê de pêşketin hîn dijwartir dibe. PDK-ENKS û komên çete yên girêdayî wan destpêkê de werin destgirtin ku karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi taybetî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê gavên berbiçav bavêjin. Ji bo serketina gavên ku ji bo yekîtiya neteweyî û yekîtiya di navbera gelan de têne avêtin yek ji awayên herî girîng analîzkirina rast a van her du pêkhateyan û yên bi wan ve girêdayî ye. Ji ber ku rewşa TC a faşîst, fînanser û piştevanê sereke yê van hêzan, bi van xayînan re tê birêvebirin, dê hemû lîstikên komployê bi rêxistinbûn û navgînên têkoşînê yên rast pûç bibin. Hebûna PDK û ENKS yek ji wan sedeman e ku dewleta Tirk a faşîst a dagirker tevî hemû pirsgirêkên ku jiyan dike hîn jî bi hovane êrîşî Kurd û Kurdistanê dike.

Bi kurtasî, dema em dikevin sala 24. a Komploya Navneteweyî, dikare bê gotin ku di hebûna hêzên komploger de tenê li gorî rolan guherîn çêbûye. Peymana Şengalê ya dawî ya di navbera PDK û Hikûmeta Iraqê de jî ev rastî eşkere kir. Ev peyman di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi pejirandina hemî hêzên NATO’yê, nemaze DYE, Fransa û Îsraîl, pêk hat. Rastiya komploya navneteweyî jî bandorê li hilbijartinên Iraqê yên îro dike. Li Sûriyê rewşek bi heman rengî diqewime. Çareseriya pirsgirêka Sûriyê hema hema bi hebûn an tunebûna Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Bi heman awayî, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hebûn û nebûna tevgera Apoyî ve girêdayî ye. Li Îranê jî heman pirsgirêk tê jiyankirin.

Tevgera Rêbertî û Azadiyê di tifaq an dijberên herêmî de wekî pîvana bingehîn tê hesibandin. Rastiya Rêbertî û Tevgera Azadiyê, bi taybetî bi Komara Tirk a faşîst re bingeha hemû têkilî û nakokiyên navneteweyî ne cîh digre. Li ser bingeha vê rastiyê, Kurd û gelan di şexsê Rêbertî de nûnertiya xwe dibînin. Ji ber vê sedemê esareta Rêbertî ne tenê esareta Kurdan di heman demê de esareta gelan e. Azadiya Rêbertî tê wateya azadiya Kurd û gelan, bi taybetî jî ya jinan e. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî dem dema Azadiyê ye.