​​​​​​​Arşek Baravî: PDK'ê li dijî kurdan sûcan pêk tîne

Nivîskar û lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî got, PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîne û wiha xîtabî PDK'ê kir: "Hûn dibêjin em nahêlin xwîna gelê Kurd were rijandin, lê kiryarên wê û hevkariya we ya bi dewleta Tirk re dibe sedema rijandina xwîna kurdan."

​​​​​​​Arşek Baravî: PDK'ê li dijî kurdan sûcan pêk tîne
6 cotmeh, 2021   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Ji destpêka îsal ve dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne. Bi van êrişan dixwaze di şexsê Tevgera Rizgariya Kurdistanê de gelê Kurd tune bike. Ji ber berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê hemû hewlanên dagirkeriyê bi ser neketin, ji ber vê yekê PDK'ê beşdarî van êrişan dike. Ji xwe rayedarên PDK'ê îdia dikin ku ew şerê birakujiyê yê Kurd bi Kurd heram dike. Lê kiryarên wê gotinên wê derew derdixîne.

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê, PDK'ê hêzên xwe li qadên gerîla bi cih kirin û gelek êriş pêk anîn. Êrişa herî dawî di 27'ê Tebaxê de bû ku di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

Li ser mijarê nivîskar û lêkolînerê zimanê Kurd Arşek Baravî ji ANHA'yê re axivî.

Baravî diyar kir ku rejîma Tirk a bi serkêşiya AKP-Erdogan ji zû ve xwedî planên komploger li dijî kurdan e, ji ber vê yekê êrişî her çar aliyên Kurdistanê dike. Arşek Baravî got: "Planeke kevn a Tirk li dijî gelê Kurd heye, ev plan niha bi destê Erdogan tê pêkanîn. Armanc jê ne tunekirina partiyek an rêxistineke kurdî ye, lê belê armanc jê tunekirina tevahî gelê Kurd e."

Baravî îşaret bi bagên rêxistinên navneteweyî yên ji bo çareserkirina doza Kurd li Bakurê Kurdistanê kir û got: "Tirkiyê tu girîngî neda van bangan, berovajî vê, rejîma Tirk dibêje tiştek bi navê doza kurdî tuneye."

Baravî diyar kir ku dijwariya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de gelê Kurd serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistin, niha li erdîngariyeke fireh ji bo azadiya xwe têkoşînê dike. Ji ber vê yekê rejîma Tirk hewl dide van destkeftiyan têk bibe."

'GERÎLA JI BO TEVAHÎ KURDISTANÊ TÊ DIKOŞE'

Baravî destnîşan kir ku rejîma Tirk îsal êrişên xwe li ser kurdan zêde kiriye bi taybet li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha domand: "Niha artêşa Tirk a dagirker êrişî gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistan ên azad dike. Gerîla ne tenê ji bo erdîngariyeke Kurdistanê, lê belê ji bo tevahî Kurdistanê tê dikoşe. Tevî dijwariya êrişan artêşa Tirk heya niha tu encam bi dest nexist."

Baravî êrişên artêşa Tirk ên 10'ê Sibatê li dijî herêma Garê bi bîr xist û got: "Di wan êrişan de şikefteke ku dîlên artêşa Tirk a dagirker tê de hebûn hate hedefkirin. Dema ku tu encam bi dest nexist şikeft kir hedef û endamên xwe kuştin. Lew ra rastî berovajî kirin da ku dagirkeriyê rewa nîşan bide."

Têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li ser gerîla, vekirina rê li pêşiya dagirkeran, bihcibûna hêzên xwe li qadên gerîla, dayîna agahiyan li ser gerîla ji artêşa Tirk e, her wiha hewldanên PDK'ê yê ketina Şengalê, Baravî ev gişt got: "Mafê hêzên kurdî heye ku têkiliyan bi dewletên cîhanê û dewletên derdorê re deyne. Tu pirsgirêk nine ku têkilî di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê, hikumeta Sûriyê, hikumeta Îran, hikumeta Iraq û hikumeta Tirkiyê re hebin, lê divê ev têkilî ne li dijî doza kurdî bin."

Nivîskar Baravî di berdewama axaftina xwe de pirsa kurahiya têkiliyên di navbera PDK û dewleta Tirk de kir "Gelo ev têkilî gihişt asta qetilkirina kurdan? Gelo ev têkilî gihişt asta ku bi dewleta Tirk re êrişan bike? gelo gihişt asta bêbandorkirina mayînan li pêşiya artêşa Tirk a dagirker?"

Baravî diyar kir ku gelek car bang li PDK'ê hate kirin ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde û ev yek diyar kir: "Careke din ez bangewaziya xwe ji rayderên PDK'ê re dûbare dikin, heger hûn nikarin tiştekî bikin, bi dagirkeran re nebin hevkar, heger hûn nikarin êrişên Tirkiyê bibersivînin nebin serkêşên êrişên wê. Bi kiryarên wiha hûn hewl didin şerekî birakujiyê derxînin."

' DI ASTA TÊKOŞÎNA GERÎLAYÊN AZADIYÊ DE BIN'

Arşek Baravî destnîşan kir ku dewleta Tirk baş dizane ku gerîlayên azadiyê çek li hemberî birayên xwe ranakin ji ber vê yekê PDK'ê bi kar tîne. Baravî PDK'ê xîtab girt û got: "Bi qasî asta têkoşîna wan gerîlayan bin. Ji van kiryarên hovane re êdî bes e, dev ji hevkariya xwe bi dijmin re berde."

Baravî di nava axaftina xwe de da zanîn ku hevkariya PDK'ê ya bi rejîma Tirk re ya bi serkêşiya Erdogan gihişt asta beşedarbûna partiyê di van êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê.

Baravî diyar kir ku artêşa Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê, gundên tije sivîl, Herêmên Parastinê yên Medyayê heya Şengalê dike hedef û wiha dom da axaftina xwe: "Tirkiyê niha hewl dide hêzên herêmî yên nû beşdarî êrişên li dijî gerîlayên HPG û Tevgera Rizgariya Kurdistanê û hemû kesên ku ji bo doza kurdî tê dikoşin, bike."

Arşek Baravî destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişên herêmên ku PDK'ê nikarin biparêzin û hêzên xwe jê vekişandin, dikin û û got: "Gelek belge, dîmen û wêne hene ku vê yek îsbat dikin hene, mîna serdana Mesûd Barzanî ji bo  wargeha Mexmûrê ya piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê  ku di wê serdanê de spasiya gerîlayên bersiva êrişên DAIŞ'ê dan, kir."

'HPG'Ê HEWLÊR PARAST'

Baravî daxuyand ku gerîla li ber xwe da û nehişt ku çete derbasî Başûrê Kurdistanê û paytexta wê Hewlêrê bibin û wiha pê de çû: "Wê demê hêzên pêşmerge ji eniyên şer vekişyan û gerîlayên HPG'ê parastina Başûrê Kurdistanê kir. Şerm e ku PDK'ê vê rihê welatparêziyê ji bîr bike û dest xwe bixe destê dijminê gelê Kurd ê ku ji berî ve peymanan li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê îmze dike."

Baravî bi domdarî got: "Çawa hêzên Kurd bi dewleta Tirk  re bi domdarî gefan li kurdan dixwe? Beriya demekê Erdogan gotibû Kurd tiştekî ji siyasetê fêm nake, heger em dergehê Îbrahîm Xelîl bigirin û ava çemê Dicle wê ji tîna û birçîna bimirin. Li vir pirsek xwe dide der, çawa PDK'ê bi Erdogan bawer dibe û bi dijminê gelê Kurd re hevkariyê dike? Hejmara niştecihên Başûrê Kurdistanê derdora 7 milyonî ye, bi dehan partiyên siyasî hene û piraniya wan li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ne û ji siyasetên li dijî hêviyên gelê Kurd ne razî ne."

Arşek Baravî da zanîn ku PDK'ê hewl dide şerekê navxweyî di navbera civaka Kurd de derxîne û ev pirsî "Çima hewl dide şerekî navxweyî derxîne?  Tevî ku Mesûd Barzanî beriya demekê daxuyandibû ku wê nehêle şerekî navxweyî derkeve. Ev daxuyanî ne nû ne, beriya niha sala 1992'an de mîna van daxuyaniyan dabû. Ma gelo Barzanî ev daxuyanî ji bîr kirine."

'KIRYARÊN WÊ GOTINÊN WÊ DEREW DERDIXÎNE'

Baravî bi domdarî got: "Hûn dibêjin em nahêlin xwîna kurdî were rijandin. Lê kiryaên we û hevkariya we ya bi dewleta Tirk re dibe sedema rijandina xwîna gelê Kurd."

Arşek Baravî got, PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re sûcan li dijî kurdan dike.

Nivîskar û lêkolînerê zimanê Kurd Arşek Baravî got: "Hebûna HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê mafekî rewa ye. Du peyman di navbera PKK'ê û PDK'ê de , her wiha PKK'ê û YNK'ê de hatine îmzekirin. Ev her du peyman bi amadebûnahêzên biyanî hatin îmzekirin."

Baravî siyasetên PDK'ê bi siyasetên şoreşên kurdan şiband ku di encamên berjewendiyên kesayetî û eşîrtî yên teng de bi bin ketin û ev yek destnîşan kir" Hewldanên derxistina şerê navxweyî hene. 27'ê Tebaxê PDK'ê êrişî komeke gerîla kir û 5 gerîla şehîd xistin."

Nivîskar Arşek Baravî diyar kir ku wê dîrok rehmê li PDK'ê neke wê lanetê lê bike û got: "PDK û hêzên desthilatdarên herêma Kurdistanê bi girtina helwesteke xurt û cidî li hemberî dagirkeriya Tirk dikarin mohra xwe li dîroka gelê Kurd bighêle."

Baravî da zanîn ku berjewendiyên PDK'ê bi gelê Kurd re ne bi dewleta Tirk re ye ku car carê gefa girtina dergehê Îbrahîm Xelîl û tengavkirina Başûrê Kurdistanê dixwe û got: "Heger PDK'ê biryara berxwedanê bigire wê tu kes nikaribe vîna gelê Başûr bişkîne. Ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve em ji her çar aliyan ve dorpêçkirî ne, lê heya îro tu hêzên dijber nikarîn vîna me bişkînin. Em xwedî îrade û xet û armanca azad in."

Baravî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vê mijarê" Ji destpêka damezirandina PDK'ê ve û heya avabûna herêma Kurdistanê tu kar ji bo doza kurdî nekiriye. Lê belê çarenûs û biryara wê  di destê dijmin de ye. "

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-Shf48eU8E8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>