ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2021
6 cotmeh, 2021   23:00

- Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazên şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne û ‎‎çekên kîmyewî bi kar tîne, her wiha ev sûcên dewleta Tirk digel bêdengiya navneteweyî de ‎pêk tên.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongreya Star a Rojavayê Kurditanê got ku tecrîda girankirî ji bo dûrxistina rêber Ocalan ji qadên şoreşê ye û da zanîn ku erdnîgariya Îmarliyê û şert û mercên girtîgehê li ser rewşa tendursitî ya rêber Ocalan xeteriyê çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 - Şêniyên bajarê Kobanê got, sîuqastkirina Şukrî Serhed ne ya yekemîn e û heger hikumeta Başûrê Kurdistanê sûcdaran veşêre dê ne ya dawî be jî, her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û YNK`ê kir ku encamên sûcê hatiye kirin eşkere bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê li Şehbayê li hemberî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye li ber xwe didin. Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê got, ambargoyê nikarî vîna gelê berxwedêr bişikanda. Divê hikumeta Şamê li şûna ambargoyê diyalogê tercîh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Piştî du salan ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk ve, êdî ev bajar bûne navendên komên çete û belavkirina fikrê tundraw. Li wan herdu bajaran çeteyên DAIŞ’ê hene. Ruxmî sûc û terora li wan deveran bertekên şêniyan li dijî dagirkerî û çeteyên wê roj bi roj zêdetir dibin. Gelo çarenûsa van herêmên dagirkirî çi ye? dê gelê Sûriyê çawa karibe wan herêman vegerînin?

ANALÎZ

- Destpêka Şerê Kendavê yê yekemîn heya roja îro di cîhanê de û taybet herêma me Rojhilata Navîn di nav şerê cîhanî de ye. Her çiqas sedemê xwe ji berê bigire jî çi dibe bila bibe divê pirsgirêkên ku di dîrokê de û heya niha tên jiyankirin û pêşketinên derdikeve holê li gor vê rastiyê bigirin dest.

KURDISTAN

- Nivîskar û lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî got, PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîne û wiha xîtabî PDK'ê kir: "Hûn dibêjin em nahêlin xwîna gelê Kurd were rijandin, lê kiryarên wê û hevkariya we ya bi dewleta Tirk re dibe sedema rijandina xwîna kurdan."

- Êzidiyên navçeya Tirbespiyê got hilbijartina namzetê PADÊ’yê dê rê li pêş komkujiyên din ên li dijî êzidiyan bigire, her wiha da zanîn ku divê êzidiyên li Iraqê nûnerê xwe hilbijêrin û mafên xwe misoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên rojnameger ên Kurd biryardariya serkeftina di qada rojnamegeriyê de ji ‎têkoşer Gurbatlî Arsuz ku çapemeniya azad bi pêş xistiye wergirtine, ku ev mîrat wekî ‎çekek li hember hêzên hegemon û kapîtalîzma cîhanî bi kar anî. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gurbetellî Ersoz ne tenê di dîroka çapemeniya Kurd de, her wiha di dîroka çapemeniya Tirk de jî yekemîn derhênera weşana giştî ya jin e û her wiha şoreşger, rewşenbîr, kîmyager, rojnamevan e...

CIVAK Û JIYAN

- Pisporê testa vîrusa Koronayê di nexweşxaneya El-Kîsra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê de bang li hemû şêniyan kir ku bi xemsarî nêzî pêla 4’emîn a vîrusa Koronayê nebin û destnîşan kir ku ew ji pêlên berê girantir e û di encamê de hejmareke zêde ji çînên cûda jiyana xwe ji dest da. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA