Siyaseta tirkkirinê bi vekirina dewreyên zimanê tirkî li Girê Spî berdewam e

Dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya tirkkirinê de li kantona Girê Spî ya dagirkirî berdewam e. Di wê yekê de rewşa aborî ya dijwar bi kar tîne û ciwanên ku zimanê tirkî baş zanibin dike kar. Di vê çarçoveyê de dewreyên perwerdekirina zimanê tirkî li bajarokê Silûk vekirin.

Siyaseta tirkkirinê bi vekirina dewreyên zimanê tirkî li Girê Spî berdewam e
6 cotmeh, 2021   20:31
EYN ÎSA

Li gorî çavakaniyên ji herêmê, qaşo Meclisa Herêmî ya Girê spî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker îro ragihand ku dewreyên perwerdekirina zimanê tirkî li bajarokê Silûk vekirine.

Heman çavkanî da zanîn ku li gor ragahdina navendê dê kesên zimanê tirkî bizanibin weke mamosteyên zimanê tirkî erkdar bikin, di wê yekê de rewşa aborî ya dijwar ji bo çîna ciwanan a li herêmên dagirkirî bi kar tîne.

Meclisa Herêmî ya Girê Spî beriya 2 mehan heman dewre li navenda kantona Girê Spî ragihandin.

Dagirkeriya Tirk bi rêya van siyasetên xwe hewl dide herêmên ku ji Sûriyê dagir kirine, tev li xaka xwe bike, bi wê re zimanî tirkî li ser mamoste û xwendekaran de di dibistanan de ferz kir, li kêlek wê jî danûstandina bi lîreya tirkî li herêmên dagirkirî ferz kir.

(fr)

ANHA