​​​​​​​Jinên rojnameger ên Kurd rêya Gurbetellî Ersoz dişopînin

‏Jinên rojnameger ên Kurd biryardariya serkeftina di qada rojnamegeriyê de ji ‎têkoşer Gurbetellî Ersoz ku çapemeniya azad bi pêş xistiye wergirtine, ku ev mîrat wekî ‎çekekê li hember hêzên hegemon û kapîtalîzma cîhanî bi kar anî. ‎

​​​​​​​Jinên rojnameger ên Kurd rêya Gurbetellî Ersoz dişopînin
7 cotmeh, 2021   06:00
KOBANÊ- MEYSE EKARÎ

‎7'ê Cotmehê salvegera 8'emîn a Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd e, ku di duyemîn ‎Konferansa Jinên Kurd de hat ragihandin. Konferans li Herêmên ‎Parastinê yên Medyayê di 2013’yan de hat lidarxistin. Di encama konferansê de Yekitiya Ragihandina Jinan ‎hat avakirin û 7’ê Cotmehê, roja ku yek ji pêşengên çapemeniya Kurd û têkoşer Gurbetellî Ersoz şehîd bûye, wekî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd li Kurdistanê hat ragihandin.‎

‎'MÎRATEKE DÎROKÎ YE JI HÊLA JINÊN KURD VE TÊ PARASTIN'‎

‎7'ê Cotmehê sala 2021'an salvegera 24'emîn a şehadeta têkoşera azadiyê û dengê ‎ jinên rojnameger ên Kurd ên azad Gurbetellî Ersoze. Gurbetellî Ersozdi 11'ê Tîrmeha 1965'an ‎de li gundê Akbulut ê bajarokê El Ezîzê li bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye.‎

Gurbatl Arsuz di dema karê xwe ya warê rojnamegeriya kurdî de mîrateke bi nirx ji jinan ‎re hişt. Her wiha di qada çapemeniya azad de pêşkeftineke mezin çêkir, da ku jinên Kurd di ‎qada ronamegeriyê de li seranserî cîhanê rêça wê bişopînin.‎

Îro ji bo salvegera Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd, gelek jinên têkoşer ên Kurd di qada ‎çapemeniyê de dixebitin û li ser şopa şehîd Rewşen Bedirxan, Gurbetellî Ersoz, Şîlan Aras, ‎Denîz Firat, Nûjiyan Arhan, Eylûl Nûhilat, Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever dimeşin, her wiha gelek ‎şehîdên din ên ku di qada rojnamegeriya Kurd de mîratek bi rengê jina mîlîtan li pey xwe ‎hiştin û vê mîratê bi domandina têkoşînê û bidestxistina destkeftiyan diparêzin.‎

‎'PÊŞKETINA DÎROKÎ YA KU JINÊN ROJNAMEGER ÊN KURD PÊK ANÎNE'‎

Di vê çarçoveyê de, nûçegihana radyoya Dengê Kobanê Stêr Cûcû dibêje: "Di dîroka ‎rojnamegeriya kurdî de û li gorî şert û mercên ku gelê Kurd tê re derbas bûye, ‎rojnamegeriya kurdî di dîrokê de şoreş bi rê ve biriye û mîrateke çandî ji me re hiştiye ‎ku em li ser wê têkoşînê bidomînin."‎

/ar/uploads/files/2021/10/06/190312_astyr-jwjw.webp

Stêr diyar kir ku jinên Kurd di dîrokê de, bi taybet qada rojnamegeriyê, di hemû ‎qadên jiyanê de roleke berçav lîstiye. Stêr rola şehîdên jin ên rojnameger ku ji bo ‎eşkerekirina heqîqetê canê xwe feda kirine, bi bîr xist.‎

Stêr wiha lê zêde kir: "Di demekê de ku gelê Kurdistanê û erdnîgariya wê ‎bi qirkirinê rû bi rû ye, jin ji aliyên civakê û dijmin ve têne paşguhkirin. Lê tevî van hemû ‎zehmetiyan jî wan karîbû li hember vê qirkirinê têbikoşin."‎

Stêr Cûcû destnîşan kir ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, jin tev li hemû qadên kar bûn, çi di asta aborî, leşkerî û îdarî de û rastiya wê şoreşê nîşan dan. Jinên rojnameger her ‎wiha karîbûn rastiya şoreş, rastiya jinê û têkoşîna wê ya bi salan, eşkere bikin.‎

Stêr da xuyakirin ku îro jin di hemû sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ‎bi taybet saziyên ragihandinê gihiştiye asteke bilind, ev nîşaneya pêşkeftina dîrokî ye li şert û ‎mercên heyî.” ‎

‎'JINÊN KURD BI KAMERA Û PÊNÛSA XWE LI HEMBER HÊZÊN SERDEST Û KAPÎTALÎST A ‎CÎHANÊ DISEKININ'‎

Nûçegihana ajansa Jinnews`ê Berçem Cûdî jî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd li hemû ‎şehîdên azadî û heqîqetê pîroz kir û destnîşan kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin ‎encama têkoşîna van şehîdan e. ‎

Berçem wiha domand: "Di sedsala 21'emîn de ku tevahî cîhan bi şerekî cîhanî ya sêyemîn re rû bi rû ye, hêzên ‎hegemon ên cîhanî ji bo parastina desthilatdariya xwe, dezgehên çapemeniyê, siyasetê û ‎teknolojiyayê bi kar tînin. "‎

Berçem Cûdî dibîne ku jinên rojnamevan ên Kurd dikarin li hemberî vê siyaset û ‎zihniyetê bisekinin, yêîn ku nîşan dide ku rola jinan tenê birêvebirina karûbarên malê ye yan jî ew tenê wekî ‎amûrekê ji bo firotina tişt û berheman e. Berçem Cûdî destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo ‎nîşandayîna rastiya jinan û têkoşîna wê dixebitin û bi saya ‎wan di dîrokê de gelek pêşketin û destkeftî hatine bidestxistin.‎

‎'JINÊN KURD DIKARIN ZIHNIYETA BAVIKSALARÎ BIGUHERÎNIN'‎

/ar/uploads/files/2021/10/06/190330_brjm-jwdy.webp

Berçem Cûdî wiha lê zêde kir: "Em jin bi xebata xwe hewl didin ku rastiya zîhniyet, ‎têkoşîn û hêza jinan derxînin, da ku em mafên jinan û civakê misoger bikin."‎

Berçem Cûdî bal kişand ser xebatên ajansa NÛJINHA û got: "Em nûçeyên ‎Rojhilata Navîn, nûçeyên li ser rêxistinbûna jinan ji xwe û civaka xwe re, beşdarbûna wê di qadên cur be yên xebatê d, her wiha birêxisitnkirina jinan li dijî tundiyê, dişopînin."‎

‎12'ê Cotmehê, 4'emîn salvegera şehadeta rojnamevan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a ‎Hawarê Dilîşan Îbiş 2, ku dema pêngava rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê dişopand, tevî ‎hevalên xwe Rizgar Denîz û Hogir Mihemed şehîd bûbû.‎

‏(dx)

ANHA