​​​​​​​Li Emanê civînek ji bo nîqaşkirina rêbazên gihandina kehrebeyê ji Lubnanê re tê lidarxistin

Ji bo ku kehrebe ji Urdunê bi rêya tora kehrebeyê ya Sûriyê bigihêje Lubnanê îro li Urdunê dê civînek li ser asta wezîrên Sûriyê, Urdun û Lubnanê were lidarxistin.

​​​​​​​Li Emanê civînek ji bo nîqaşkirina rêbazên gihandina kehrebeyê ji Lubnanê re tê lidarxistin
6 cotmeh, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Memleke ya Urdunê dê di civîna sêalî de ku tê payîn li Emanê li dar bikeve, rêbazên gihandina kehrebeyê bi rêya tora kehrebeyê ya Sûriyê werin nîqaşkirin.

Di gera danûstandinên hevbeş de bilezkirina gihandina kehrebeyê ji Lubnanê re li ser bingeha lihevkirina meha borî, tê gotubêjkirin.

wezîrên enerjiyê yên Urdun, Misir, hikumeta Şamê û Lubnanê di civîna li Emanê de li ser gihandina gaza Misirê bi rêya Urdun û Sûriyê ji Lubnanê re û pêşkêşkirina plansaziya pêkanîna vê xebatê li hev kirin.

Wezîra Enerjiyê ya Urdunê Hala Zewatî di civînê de got:” Armanca sereke ya civînê ew e ku hevkarî di warê jinûve hinartina gaza Misirê de ji Lubnanê re were kirin. Ev gaz dê bi rêya Urdun û Sûriyê bi rêya xeta gazê ya erebî bigihêje Lubnanê. Urdun di vê çarçoveyê de wê kar bike da ku alîkariya lubnaniyan bike ji bo ku ji aloziya enerjiyê ya heyî xilas bibe.

Hala Zewatî pêncşema borî got: "Gaza Misirê dê lêçûna derxistina kehrebeyê li stasyona Dêr Emar a Lubnanê heta nîvî kêm bike."

(şx)