Erdogan careke din êrişî xwendekarên zanîngehan kir

Erdogan dîsa êrişî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê kir û got "Pêwîstiya me bi xwendekarên wiha nîn e, ev terrorist in ku ketine zanîngehê û ez nikarim van kesan li Tirkiyê qebûl bikim.”

Erdogan careke din êrişî xwendekarên zanîngehan kir
6 cotmeh, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora nûçeyan a Ayn ragihand ku serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyekê de got: "Pêwîstiya me bi xwendekarên wiha tune ye, ev terorîst in ku ketine zanîngehê û ez nikarim kesên wiha li Tirkiyê qebûl bikim.”

Mamoste, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya Stenbolê ya Tirkiyê, xwepêşandan li dijî biryara Erdogan a têkildarî diyarkirina serokê zanîngehê li dar xistibûn.

Xwepêşandanên ku ji ber biryarê di destpêka meha Çileyê de derketin, li gelek bajarên Tirkiyê belav bûn.

Rojnameya New York Times têkildarî pêla yekem a xwepêşandanan dabû zanîn ku armanca Erdogan ji vê yekê, kontrolkirina zanîngehê ye.

Muxalefeta Tirkiyê rêbazên rejîma Erdogan ên li hember xwepêşandanên xwendekaran red kirin. Her wiha bang li Erdogan kirin ku vê biryarê paşve bikişîne û lêborînê ji xwendekaran bixwaze, bi taybet piştî ku ew wek terorîst bi nav kirin.

(dx)