Li Derayê hemleya zelalkirina rewşa kesên leşkeriya hikumeta Şamê nekiriye, dest pê kir

Îro li gundewarên Derayê ya bakurê Sûriyê ji bo kesên ku çekdarên herêmî bûn û leşkeriya hikumeta Şamê nekirine, ji bo ku çekan radestî hikumeta Şamê bikin, hemleya zelalkirina rewşa wan dest pê kir.

Li Derayê hemleya zelalkirina rewşa kesên leşkeriya hikumeta Şamê nekiriye, dest pê kir
6 cotmeh, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku pêvajoya çareseriyê ya nû li bajarê Enxil ê li bakurê Derayê bi navbeynkariya Rûsyayê dest pê kir. Di pêvajoya çareserkirinê de dê çek bên radestkirin, her wiha hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê lêpirsînê bidin destpêkirin.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê navendek ji bo zelalkirina rewşa kesên ji leşkeriyê direviyan û çek rakiribûn, li bajarokê Enxil ê li bakurê Derayê ava kiriye. Di encamê de hate lihevkirin ku çek neyên teslîmkirin û ji bo kesên tên xwestin, pêvajoya zelalkirina rewşê dest pê bike.

SOHR'ê diyar kir ku rûspiyên bajarê Casim û hikumeta Şamê duh gihaştin çareseriyekê ku formûleke lihevkirinê li ser hejmara çekên ku divê ji aliyê eşîra Casim ve werin radestkirin peyda kirin, ji ber ku efserên hikumeta Şamê ji daxwazên xwe paşve kişiyan.

Hêzên hikumeta Şamê gefa zêdekirina hêzên leşkerî li bajarê Casim ê bakurê Derayê xwar ku divê 250 çekên di destê eşîra Hûran de werin teslîmkirin.

(dx)