ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-10-2021
4 cotmeh, 2021   23:00

-Êzidiyên li Helebê dijîn, tevgerên PDK`ê ku hewl dide bi hêza leşkerî derbasî Şengalê bibe bi tevgerên provokatîv ên li dijî Êzidiyan wesifandin. Her wiha diyar kirin ku armanc ji wan tevgeran ew e ku komkujiya 2014`an ku PDK`ê sebeba wê bû, ji nûve dubare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Foza Yûsif li dijî hewldanên PDK`ê yên derbasbûna Şengalê bang li gelê Bakur û Rojhilatê kir ku xwedî li gelê Şengalê derbikevin û got: “Ev hewldan encama itifaqên paşverû yên ku çêbûne. Divê gelê me li dijî van planan xwedan helwest be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim piştrast kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, asta kîna dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Her wiha CPT rexne kir ji ber ku bi erka xwe ya li hemberî îşkenceya derûnî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, ranabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk ku xwedî dîrokeke komkujiyan e, di êrişên xwe yên hovane yên li dijî Kurdan de guh nade sînoran.  Dewleta Tirk bi tenê di nava mehekê de 157 êrişên kîmyewî li dijî gerîla pêk anîn.

- Malbatên şehîdan ên Efrînê gotin, ENKS'ê ji hemû hewldanên avakirina yekitiya kurdî reviya û dixwaze şoreşa Rojava û QSD'ê reş bike, her wiha dagirkirina Efrînê rewa dike. Malbatên şehîdan got, divê hesab ji ENKS'ê were xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji xebatên mirovî cuda bike. Her wiha destnîşan kir ku bi hatina zivistanê re pêwîste dergehê Til Koçer were vekirin, ji ber ku zêdetirî milyonek koçber û penaber li herêmên Rêveberiya Xweser hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên bajarê Helebê bang li YNK'ê kir ku kesên ku têkoşer Şukrî Serhad şehîd xistine eşkere bike û sewqî edaletê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan li Soçiyê civiyan. Civîn bê daxuyaniya dawî û encanameyeke zelal bi dawî bû. Têkildarî axaftina Rûsya ya li ser pêkanîna lihevkirinên Idlibê û nakokiyên Erdogan û Washingtonê yên girêdayî çekên rûsî encamên van danûstandinan ne diyar dimînin.

DOSYA

- Nirxandinên Rêber Ocalan ên derbarê detayên komploya navneteweyî de-2

- Di ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve du sal derbas bûn. Ji dagirkirinê zêdetir, armanca dewleta Tirk û hêzên hegemon ji êrişan derbekirina Rêveberiya Xweser û şikandina hêviyên gelan ên azadiyê ne.

ANHA