Malbatên şehîdan banga eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhad kir

Malbatên şehîdan ên bajarê Helebê bang li YNK'ê kir ku kesên têkoşer Şukrî Serhad şehîd xistine eşkere bike û wan radestî edaletê bike.

Malbatên şehîdan banga eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhad kir
5 cotmeh, 2021   05:26
HELEB – MIHEMED EBDO

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) ku ji ber dermankirinê li Silêmaniyê bû, sibeha 17’ê Îlonê li taxa Çarçira hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhad şehîd bû. Heya niha kujer nehatin eşkerekirin.

Malbatên şehîdan ên Helebê ji bo eşkerekirina kujeran û cezakirina wan banga xurtkirina xebatê kir.

'DESTÊ XAYINAN DI ŞEHADETA ŞUKRÎ SERHED DE HEYE'

Bavê şehîd Elî û gerîlaya YJA Starê Cîhan,  Zehîm Yûsif û got: "Divê xebatê cidî û têkoşîn were xurtkirin da ku armacên şehîdên xwe bi cih bînin."

Zehîm Yûsif wiha domand: "Sûcê şehîdxistina Şukrî ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk ve û bi hevkariya xayînên ku planan li dijî destkeftiyên şoreşa me ya rewa dikin, hatibû plankirin."

DIVÊ YNK`Ê SÛCDARAN EŞKERE BIKE

Dayika şehîd Bahoz, Nezîfe Mihemed Ereb destnîşan kir ku bûyera ku beriya demekê li Silêmaniyê hate kirin  ku di encama wê de Şukrî Serhed şehîd bû sûcek e nabe li hember wê bêdengî hebe.

Dayika şehîd Bahoz bang li YNK`ê kir ku yekser sûcdaran eşkere bike.

Nezîfe Ereb anî ziman ku dijmin dixwazin tevlîheviyê di navbera kurdan de derxînin da ku wan û doza wan tune bike.

Dayika şehîd Azad, Eyşe Mele Nehsan şehîdxistina têkoşer Şukrî Serhad şermezar kir û xwest ku kujer werin eşkerekirin û sewqî edaletê werin kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H0gxmiFwV3U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>