ENKS`ê di şoreşa Rojava de rola îxanetê dilîze

Malbatên şehîdan ên Efrînê gotin, ENKS'ê ji hemû hewldanên avakirina yekitiya kurdî reviya û dixwaze şoreşa Rojava û QSD'ê reş bike, her wiha dagirkirina Efrînê rewa dike. Malbatên şehîdan got, divê hesab ji ENKS'ê were xwestin.

ENKS`ê di şoreşa Rojava de rola îxanetê dilîze
5 cotmeh, 2021   06:04
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Têkildarî dijminatiya ENKS`ê li doza kurdî dike, endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji ANHA'yê re axivîn.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn Ednan Şêx Mihemed destnîşan kir ku ENKS'ê ji bilî xiyanetê tu rolî di şoreşa Rojava de nalîze û diyar kir ku tevî ku gelek hewldanên avakirina yekitiya Kurd hebûn, lê ENKS'ê ji berpirsiyariya neteweyî reviya.

Şêx Mihemed  anî ziman ku ENKS'ê  nêzî gelê Kurd dibe mîna ku dijminê wê ye û bi tu şeklî ne girêdayî kurdiyatiyê ye.

Şêx Mihemed diyar kir ku bangên avakirin yekitiya neteweyî yên ji ENKS`ê re ji hatin şandin bi bin ketin, ji ber ku ENKS`ê ji hemû peymanan direve û wiha domand: "Desteya Bilind a Kurd hate avakirin û sala 2014'an peymana Hewlêrê hate îmzekirin, lê her du jî şeklî man. Ji ber  ku ENKS`ê di vê yekê de ne cidî bû. Herî dawî jî banga Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi cih naîn ji ber ku girêdayî fermanên dewleta Tirk e."

Ednan Şêx Mihemed diyar kir ku destê ENKS`ê di rijandina xwîna kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriye de heye.

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn Bîlal Bîlal got, ENKS`ê dagirkirina dewleta Tirk rewa dike û tevî binpêkirin, revandin û kuştina rojane, îdiya dike ku tu binpêkirin li Efrînê nayên kirin .

'ÊN KU NÛNERTIYA GELÊ KURD DIKIN LI ÇIYAYAN CANÊ XWE JI BO GELÊ XWE FEDA DIKIN'

Bîlal wiha pêde çû: "ENKS`ê nûnertiya kurdayetiyê nake, ji ber ku xizmeta doza neteweyî nake. Hemû hewldanên avakirina yekitiya neteweyî ji aliyê ENKS'ê ve hatin têkbirin. Kesên ku nûnertiya gelê Kurd dikin li çiyayan e ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin."

Bîlal di dawiyê de bang li gel kir ku kirinên ENKS`ê nas bikin ,ji ber ew xizmeta doza kurdî nakin.

'ENKS`Ê DIJBERTIYA ŞOREŞA ROJAVA DIKE'

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn Fewzî Mistefa jî diyar kir ku ENKS`ê bi rêya hewldanên reşkirina Rêveberiya Xweser li pêşiya raya giştî dijbertiya şoreşa Rojava dike û got: "Hemû şoreşên ku berê rabûne li hemberî wan aliyekî dijber derket. Şoreşa Rojava jî ENKS`ê bi hemû rêbazan li hember wê disekine da ku wê têk bibe."

'EM ENKS`Ê QEBÛL NAKIN Û DIVÊ HESAB JÊ WERE XWESTIN'

Mistefa banga hesabxwestina ji ENKS`ê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî "ENKS'ê dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re rewa dike. Berpirsên ENKS'ê bêyî garantî banga vegera li Efrînê li şêniyên wê dike. Di qada doplomasî de jî behsa doza kurdî nake. Armanca  ENKS'ê ew e ku QSD'ê bikeve lîsteya terorê. Her kes dizane ku QSD'ê çeteyên DAIŞ'ê têk bir. Ji ber van hemûyan divê ENKS'ê were muhasebekirin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ciaCHsDykks" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>