Dibistanên Efganistanê li xwendekar û mamosteyên jin hatine qedexekirin

Tevî ku 13 roj di ser vekirina dibistanan re derbas bûne jî, lê belê deriyên dibistanan hîna jî li pêş xwendekar û mamosteyên jin ên Efgan girtî ne û tenê xwendekar û mamosteyên mêr diçin dibestanan.

Dibistanên Efganistanê li xwendekar û mamosteyên jin hatine qedexekirin
1 cotmeh, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber vê rewşê, duh bi dehan jinên Efgan li rojhilatê paytext Kabulê xwepêşandan kirin û banga vekirina dibistana li pêşiya xwendekarên jin kir.

Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Pênûsên me neşikînin.. Pirtûkên me neşewitînin..Dibistanan negirin” rakirin.

Lê belê endamên Talîbanê gul ber bi jor ve reşandin da ku jin û keçên Efgan ên banga mafên xwe yên perwerdeyê dikirin, bitirsînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Talîbanê soz dabû ku dê ji nûve deriyên dibistanan li pêş xwendekarên jin vebike. Lê belê ev soz bi ber bayê ketin. Metirsî hene ku di pêşerojê de rewşa jinên Efgan xirabtir bibe.

(cx)