ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2021
30 îlon, 2021   23:00

- Dîrektorê Sendîkaya Unite the Union Clare Baker diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê hemû gel têkoşîneke yekbûyî bimeşînin û got "Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê em dengê xwe bilindtir bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed Şêxo got, bêdengiya navneteweyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê dewleta Tirk ve nîşan dide ku ew jî hevkarên dewleta Tirk in. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê Akamdemiya Civaka Demokratîk got, li dijî siyasetên asîmîlekirin û qirkirinê parastina cewherî xeta xweparastinê ya yekemîn e, ji lew re divê hemû ferdên civakê rêbaza parastinê li dijî êrişên leşkerî û şerê taybet bi kar bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên ji Efrînê nerazîbûn nîşanî siyasetên ENKS'ê da û bi xayîntî û sixûriya ji Tirkiyê re bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ajansa me raporek derbarê blançoya meha Îlonê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Til Temirê û encamên wê de amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa NY`yî ya derbarê malbatên DAIŞ`î de erênî nirxand û got, “Bawer im ev însiyatîf encama hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên bi salan di vê derbarê de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bîlançoya meha Îlonê ya topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Efrîn û Şehbayê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê rojane herêm hatiye topbarankirin û balafirên şer û keşfê li ser herêmê geriyane.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Êzidiyên Rojava bang li êzidiyên Şengalê kir ku dengê xwe bidin PADÊ’yê û da zanîn ku armanca partiyê misogerkirina Rêveberiya Xweser û avakirina Şengalê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Piştî avakirina hikumeta nû ya Lubnanê, dosyaya têkiliyên Lubnan û hikumeta Şamê hestiyartir bû, nemaze ku serokê hikumetê Necîb Mîqatî ne dûrî Şamê ye. Gelo wê rojên bê têkiliyên her du aliyan çawa bin?

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundewarên rojavayê kantona Kobanê yên nêzî çemê Firatê destnîşan kir ku ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve qirêjî çêbûye ku dibe sedema nexweşiyan. Her wiha got ew zehmetiyan ji ber tunebûna ava vexwarinê dikşînin û banga rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk û berdana ava Firatê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêkanîna tedbîr û perespekîfên Şaneya Aloziya yên derbarê xweparastina ji vîrusa koronayê de kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA