Qedexeya giştî hefteyeke din hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hefteyeke din dirêj kir.

Qedexeya giştî hefteyeke din hate dirêjkirin
30 îlon, 2021   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser bi biryara 321'ê ragihand ku ji ber berbelavbûna pandeya vîrusa Koronayê, zêdebûna rewşa pêketeyan a pêla 4’an û ji bo parastina şêniyan ji vê pandemiyê, qedexeya derketina derve heta hefteyeke din hat dirêjkirin.

Li gorî vê biryarê, tevahî cihên giştî, dibistan, zanîngeh, peymangeh, dayîngeh, qehwexane û klînîkên tenduristiyê û çalakiyên werzîşê tên sekinandin û girt.

-Dikanên xwarin û sebzeyan ji saet 08:00’an heta bi 13:00’an tên vekirin, karê xwaringehan jî divê xwestekên derve bin.

-Nexweşxane, dermanxene, rêxistinên alîkariyê, sarîcên avê, sotemenî, erebeyên veguhastina sebze, derman û dezgehên çapemeniyê di biryara qedexeyê de cih nagirin.

-Karên cotkarên xwedî projeyên çandiniyê jî ranawestin, lê divê li gorî erkên fermî yên girêdayî komîteyên çandiniyê werin kirin.

-Di dirêjahiya dema qedexeyê de ji bilî saziyên pêdiviya wan bi xebatê heye, xebatên li daîre û saziyên Rêveberiya Xweser tên rawestandin.

-Dergeh tenê ji bo tevgerên bazirganî û mirovî vekirî dimînin.

(fr)

ANHA