Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê pêşwaziya Cîhad Hesen kir

Meclisa Rêveber  a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê pêşwaziya Cîhad Hesen kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê pêşwaziya Cîhad Hesen kir
30 îlon, 2021   16:56
QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê pêşwaziya nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen kir. Cîhad Hesen ê 112 rojan ji aliyê PDK'ê ve hatibû revandin, duh hate berdan û ji Başûr hate dersînorkirin.

Cîhan Hesen li avahiya Meclisa Rêveber a li navçeya Amûdê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriy Ebdulkerîm Omer û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis ve hate pêşwazîkirin.

Talet Yûnis diyar kir ku ji destpêka revandina nûnerên wan li Başûrê Kurdistanê ew di nava liv û tevgerê de bûn da ku were berdan, nemaze piştî bihîst ku rewşa tenduristiya wî nebaş bû.

Yûnis kiryarên PDK'ê yên li dijî nûnerên wan ê li Hewlêrê şermezar kir û got: "Ev kiryar li dijî hiqûq û qanûnên navneteweyî ne. Em bi hêvî bûn ku PDK'ê destek daba nûnerê me ne ku ew girtiba."

Talet Yûnis got, divê PDK'ê kiryarên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser di ber çavan re derbas bike û destekê bide rêveberiyê.

Cîhad Hesen jî spasiya Meclisa Rêveber kir û got: "112 rojan girtî man û şerê derûnî li dijî min dimeşandin, xwest bi vê yekê min fîzîkî û derûnî bişkînin. Hebûna min niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê moralê min gelekî bilind kir, xebat û têkoşîna min a ji bo Rêveberiya Xweser ji bo min cihê serferaziyê ye û tu carî li ser vê yekê poşman nabim."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SmgkP-75M9k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>