Li Newa ya Derayê xebatên çareserkirina rewşan

Hêzên hikumeta Şamê xebatên çareserkirina rewşa li gundewarê rojavayê Derayê, di nav de bajarê Newayê didomîne.

Li Newa ya Derayê xebatên çareserkirina rewşan
30 îlon, 2021   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand hêzên hikumeta Şamê xebatên çareserkirina rewşa çekdarên xwecihî û sivîlên ku ji bo leşkertiyê tên xwestin li bajarê Newayê pêk tîne.

Di heman demê de çareserkirina rewşên herêmên din ên rojavayê Dera ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ne berdewam dikin.

SOHR’ê duh destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî ber bi Derayê ve birin. Di vê çarçoveyê de gelek tanak, panzêr û bi dehan erebe ku tê de endamên hêzên hikumeta Şamê hebûn gihaştin derdora bajarê Casim ê bakurê Derayê. Bi vê yekê armanc dike ku zextê li şêniyan bikin da ku çareseriyê pêk bînin û çekan radest bikin.

(fr)