SOHR: Di 6 salên destwerdanê de 20 hezar û 865 kes hatine kuştin

SOHR, ragihand ku di 6 salên destwerdana Rûsya ya li Sûriyê de, 20 hezar û 865 kes hatin kuştin,  di nav de zêdetirî 8 hezar sivîl in.

SOHR: Di 6 salên destwerdanê de 20 hezar û 865 kes hatine kuştin
30 îlon, 2021   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî salvegera destwerdana Rûsya ya li Sûriyê, SOHR  destnîşan kir ku di encama destwerdana Rûsya ya li Sûriyê de, hêzên hikumeta Şamê serweriya xwe li ser zêdetirî ji sedî 63,70 ji tevahî xaka Sûriyê vegerand ku berê tenê ji sedî 20 di destê wê de bû.

Li gorî SOHR, ji 30`yê Îlona 2015`an û heta 30`yê Îlona 2021`an ve, di encamên derbeyên Rûsyayê li herêmên cûda yên Sûriyê de 20 hezar û 865 kes hatine kuştin, di nav de 8 hezar û 669 sivîl, 3 hezar û yek zarok in  û hezar û 318 jin in, her wiha 5 hezar û 250 mêr û ciwan, 5 hezar û 972 çeteyên DAIŞ`ê û 6 hezar û 224 çeteyên dewleta Tirk in.

 (bx)