Beşek a çeteyên li Lîbyayê wê vegerin Sûriyê

SOHR’ê ragihand, çend rojên bê wê beşek ji çeteyên sûrî yên li Lîbyayê ber bi Sûriyê ve werin şandin.

Beşek a çeteyên li Lîbyayê wê vegerin Sûriyê
30 îlon, 2021   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, amadekarî têne kirin ku beşek ji çeteyên sûrî yên li paytexta Lîbyayê Terablusê ber bi Sûriyê ve werin şandin.

SOHR’ê diyar kir ku bi fermana îstîxbaratên Tirkiyê serçeteyan, ji çeteyan re got nêzî 2 hezar kes xwe amade bikin da we bişînin Sûriyê, ev yek di gel peymana lîbyayî-lîbyayî û rêveçûna xebata siyasî li Lîbyayê tê kirin.

Hejmara çeteyên sûrî yên li Lîbyayê nêzî 7 hezar çete ne.

(fr)