Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Di van kêliyan de Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna zêdetirî 300 delege û kesayetên ji Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî tê lidarxistin.

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
27 îlon, 2021   08:06
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdem ya li Hesekê bi sponseriya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê, Zanîngeha Rojava û Navenda Lêkolînan a Firatê dest pê kir.

300 delegeyên ji Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, rêxistinên mirovî yên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, rêxistin û platformên hiqûqî û yên têkildarî hawîrdorê tev li komxebatê bûne.

Di destpêka komxebatê de, bi navê komîteya amadekar a komxebatê hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê Silêman Ereb axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Ereb wiha axivî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber guhertinên hewayê û bandorên neyînî li ser hawîrdor û jiyanê, zêdebûna hejmara şêniyan, tevgera zêde ya koçberiyê ji hundirê Sûriyê û kêmbûna jêderên avê bi astengiyên xeter re rû bi rû maye.”

Ereb di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û zêdebûna tevgera rêxistinên terorîst bi awayekî neyînî bandorê li xebitandina pergal û torên avê dike.

Ereb Her wiha piştrast kir ku rewşa avê li herêmê li gel kêmbûna jêderên wê û kontrolkirina jêderên avê ji aliyê dewletên ku av jê dihereke ve, kirêtîk e.

Ereb destnîşan kir ku armanca lidarxistina vê komxebatê, nirxandina derfetan, kêmkirina aloziya avê, derbaskirina astengiyên heyî û yên pêşerojê, afirandina hevsengiyekê di mijara avê de li herêmê, balkişandina ser lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî avê û siyasetên herêmî û şerê avê, bikaranîna wê di nakokiyên siyasî û aborî de û diyarkirina encamên civakî yên kêmbûna avê ye.

Silêman Ereb daxuyand ku wan her tişt amade kiriye da ku komîteyeke çavdêr were avakirin ji bo pêkanîna armanc û perspektîfên komxebatê bişopîne.

Komxebat bi axaftina hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş berdewam dike.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-Njzsl_J0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>