Kesayetên Fransî: Tirkiye şerê avê wekî çekeke siyasî bi kar tîne

Kesayetên ji Fransayê û di nav de wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner yên beşdarî Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne piştrast kirin ku Tirkiye ava vê herêmê wekî çekeke siyasî bi kar tîne û divê ji bo serkeftina li dijî vê şerî kedek mezin were dayîn.

Kesayetên Fransî: Tirkiye şerê avê wekî çekeke siyasî bi kar tîne
27 îlon, 2021   09:34
HESEKÊ

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner û nivîskarê fransî û pisporê kar û barên kurdî Patrice Franceschi beşdarî Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.  

Kouchner û Franceschi daxuyandin ku armanca beşdarbûna wan di komxebatê de ew e ku aloziya ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistiye, ji nêz ve bişopînin û çareseriyên ku divê ji bo rêgirtina li karesata mirovî ya dibe ku li herêmê rû bide, nîqaş bikin.

Her wiha diyar kirin ku gelek rêbazên leşkerî, siyasî, zanistî, fikrî û civakî yên şer hene û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şerê avê li dijî civaka Sûriyê tê meşandin. Her wiha bi bîr xistin ku di van hemû şeran de her aliyek hewl dide berjewendiyên xwe yên siyasî dûrî berjewendiya giştî pêk bîne.

Kesayetên fransî piştrast kirin ku dewleta Tirk jêderên avê yên li vê herêmê wekî çekeke siyasî li dijî Kurdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û destnîşan kirin ku şerê avê xetertirîn cureyên şerê li dijî civakan e û armanc jê ew e ku bi rêya tîhkirin û birçîkirinê, civakê ji hev bixe û berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne.

Herduyan destnîşan kir ku ji bo sekinandina li hemberî vê şerî, divê rêbazên siyasî hebin, li kêleka wê divê jêderên avê yên pêwîst ji bo herêmê werin peydakirin û ji tecrubeyên berê sûd were girtin.

Her wiha piştrast kirin ku kedên heta niha hatin dayîn têrê nake û divê her kes di hemû aliyan de amade bike, bi taybetî di aliyên zanistî û siyasî de da ku jêderên altirnatîf ji bo serkeftina li dijî vî şerî bibînin û bi pêş bixin û bihêlin ku Tirkiye dev ji siyaseta xwe berde.

Komxebat berewam e…

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y1vdHFC2I_M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>