Xebatên çareserkirina rewşan li gundewarê Derayê dewam dike

Hêzên hikumeta Şamê xebatên çareserkirina rewşa çekdarên xwecihî û sivîlên ji bo leşkertiyê tên xwestin li gundewarê rojavayê Derayê dewam dike.

Xebatên çareserkirina rewşan li gundewarê Derayê dewam dike
27 îlon, 2021   08:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku xebatên çareserkirinê li El-Şecera, Abidîn, Cemle, Nefia û El-Qisêr ên herêma Hewd El-Yermûk a rojavayê Derayê, dewam diin. Beriya wê jî rewşa çekdar û sivîlên li Hêt, Celîn û Sehim Colan û herêmên din ên Hewd El-Yermûk hatibû çareserkirin. Ev yek di çarçoveya lihevkirina di navbera komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û rûspiyên herêmê bi navbeynkariya Rûsyayê, pêk tê.

Bi vê yekê, tenê bajarê Newa û bajarokê Tesîl yên rojavayê Derayê mane da ku hêzên hikumeta Şamê serweriya xwe bi temamî li ser gundewarê rojavayê Derayê ferz kiriye.

(cx)