Stada El-Eswed a Reqayê tê sererastkirin

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Hisên Hîlal da zanîn ku dest bi sererastkirina Stada El-Eswed kirine.

Stada El-Eswed a Reqayê tê sererastkirin
22 îlon, 2021   08:55
REQA-EHMED EL-ELÎ

Stada El-Eswed yekemîn stada li Reqayê ye û navê xwe ji pêpelûkên reş wergirtiye.

Bi destpêka krîza Sûriyê û dorpêçkirina komên çete ji Reqayê re hikumeta Şamê stad kir nuqteyeke leşkerî û cebilxane. Piştî dagirkirina Reqayê ji hêla komên çete ve, çeteyan stad kir depoya çekan û gelek betariyên topavêjan li stadê danîn û ji wir de Firqeya 17’an a hikumeta Şamê hatin hedefgirtin. Lê dema DAIŞ’ê Reqa dagir kir, ew stad kir girtîgeh û bi navê nuqteya 11’an dihat nasîn û ew girtîgeh xeternaktirîn girtîgeha DAIŞ’ê bû. DAIŞ’ê di bin stadê de tunelek heta bi Nexweşxaneya El-Wetenî kola. Bi wê re stad bû hedefa êrişên leşkerî yên li Reqayê.

Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide ji nû ve stada ku têra 15 hezar kesî dike, fireh bike.

Têkildarî xebata sererastkirinê, hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Hisên Hîlal axivî û got: "Piştî Reqa ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, em niha Stada El-Eswed sererast dikin. Stad berê ji nava stadên baş ên li Sûriyê û yekane stada li Reqayê bû. Lê bi hatina DAIŞ’ê re ew veguherand girtîgehê û beşek jê wêran kir."

Li gorî Hîlal, dê dîwarên derve yên stadê werin sererastkirin, zemîna wê were kolandin, pêpelûk werin sererastkirin û bi rengên sor û şîn werin boyaxkirin. Li gel wê jî wê 11 holên lîstokan werin amadekirin.

Têkildarî sedema sereke ya derengmayîna xebata sererastkirina stadê Hîlal ev tişt got: "Li gel me pirsgirêka stadan heye. Pêdiviya me bi stadekê ku têra hejmara zêde ya şêniyan bike, heye ku bibe stadeke sereke ya lidarxistina çalakiyên werzîşê."

Tê payîn stad di mehekê de piştî şînbûna giya bi temamî amade bibe. Hisên Hîlal wiha dawî li gotina xwe anî: "Piştî xebatên sererastkirina stadê bi dawî bibin, dê turnuvaya futbolê li ser asta Reqayê li dar bikeve, yan jî turnuvayeke futbolê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikeve."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PbYfdY-FcUs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>